DaxuyanîManşêt

PYD bi boneya salvegera damezirandina wê daxuyaniyek weşand

Bê guman rola ku Partiya Yekîtiya Demokrat berî 17 salan lê xwedî derket ji bo nûnertiya pêkhateyên gel Sûrî cûrbicûr, hê jî berdewame heta roja me yî îro, dest ji têkoşînên xwe berneda ku bibe nimuneyek ji bo hevdîtina pêkhateyên gelê Sûrî, ji ber ku ew ji nasnameya civaka Sûrî derket û di encamê de bicihkirina wê ji netewa demokratî û pejirandina wê ji xeta sêyemîn ji ber vê li hember dagirkeriyê û terorîstê û fitneyan û komployên ku li hemberî gelê Sûrî û axa wê derket têk bir.

Partiya Yekîtiya Demokrat derket holê ji bo asoyên nû veke ji xebata siyasî ji bo avakirina pêşerojek baştir û derbaskrina hemî zehmetiyên xebata siyasî û encamên wê, hewl dide svikirina bandora wê û banga qebûlkirina nexşeya çareseriya netewî di rêça operasyona siyasî ku her dem hêmana çareseriyê bû..

Partiya me ber xwe da li hember siyasetên tevlihev û karîbû bandora wê derbas bike bi têkoşîn û fedakiriyê, heta ku bû mamosteyek giring di têkoşînê û berxwedanê  de ji bo pêkanîna armancên gelê Sûriyeyê di azadiyê û demokratiyê û wekheviyê û bidesxistina edaleta civakî. Partî ratsî cudabûna di navbera gelan û hikumetê hat ya ku êş kişand welatên herêmê yê ku xwe dispêre li ser stendina mafan ji gelan, her wiha partî kar kir li ser yekbûna nirînên cuda di hundirê qada siyasî ya Sûrî ji bo dawîkirina dagirkeriya Tirkî û paqijkirina civakê ji rêxistinên terorîst û xurtkirina rewşa siyasî bi pêwistiya xurtkirina eniya hundirîn û rêzikên xwe xurt bike û derî li ber enerjiyên ciwan vekin û partiyê tekez kir li ser rola jin nirxe di civakê de ji ber vê rê li ber vekir ji bo tevlî hemû qadan bibe bi hemî enerjiya xwe.

Ev bîranîn tê îro di ronahiya ji gelek pêşketin û geşdanan li herêmê bi giştî, ji hewlidanên pêkanîna yekîtiya refa kurdî ji berdewam kirina siyaseta dijminatiyê ya rêjiîma Tirkiyeyê ji bo dwaîkirina gelê kurd, û domandina dagirkeriya xwe li herêmên me.

Ji vir ve Partiya Yekîtiya Demokrat dibîne ku hemû çalakiyan bibe ji bo nûjenkirina salvegera partiyê û çalakiyên grêdayî wê wesîleyek be ” ji bo vegerîna nirxandina hisaban” û bi îsrar li ser meşandina gav bi gav di pêkanîna Yekîtiya Refa Kurdî bi afirandina mercên objektîf ên ku bi pêşveçûnên qonaxê re dimeşe.

Partî tekez dike li ser ku çareseriya serkeftî ji bo dawîkirina hemî aloziyan û guhertinan temsîl dike di berhevkirina hewildanên hemuyan ber bi koka projeya demokratîk û xurtkirina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û peydakirina wê bi zêdebûna zarokên Sûriyeyê ji bo bibe stunek ji Hêzên Sûriya pêşerojê li ser rêgezên bêtir domdar be.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û bi boneya damezirandina wê em Yekîniyên Parastina Gel û hêzên Sûriya Demokratîk û Malbatên Şehîdan û birîndaran û hemî gelê kurdî û gelên Sûriyeyê û hemî hêzên demokratîk li Sûriya û herêmê pîroz dikin, û em îsrara xwe tekez dikin li ser dawîbûna dagirkeriya Tirkî û vegerîna gelên me li herêmên xwe û em ê xebat bikin da ku partî bibe deng ji hemî gelên Sûriyeyê li ser domandina rêça şehîdan û berxwedanê û hemû hewildanên xwe bikin ji bo serkeftina projeya Demokratîk li Sûriyeyê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat

2020-9-19  

Back to top button