ManşêtNûçe

Partiya me serdana Partiya Aşûr a Demokrat li Til Temir dike

Hevserokatiya Hevbeş ya Patiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim, û Hevserokatiya Hevbeş ya Buroya Têkiliyan Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osmsn serdana Partiya Aşûrî ya Demokratîk li Til Temir kir, her wiha di pêşwaziya wan de”Conî Hirnir endamê lijneya Navendî ya Partiya Aûşrî a Demokrat, El-Şemas Lîmon beşê Sûriya, Şemûn Kako berpirsyarê buroya partiyê, Fadî Xoşaba beşa Sûriya berpirsyarê ciwanan, Şîmon Yûnan beşê Sûriya, Cemîla Kako beşê Sûriya, Serkîs Mîrza beşê Sûriya”bûn duh 16 Eylûnê ji bo li ser rewşa Aşûriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biaxivin.

Di derbarê serdnê de li ser rewşa siyasî li Sûriyeyê bi giştî û li Rojava bi taybet, û di derbarê axavtinê de partiya me tekez kir ku em ê xebat bikin li ser derbas kirina her pirsgirêkek li hember şêniyan derdikeve li Til Temir, û em hewl didin ji bo bi jiyanek hevbeş di navbera hemû pêkhateyan li Sûriyeyê bijîn.

Wekî din Partiya Aşûrî a Demokrat îşaret kir li ser pêwistiya vegerîna hemû welatiyên koçber bûn derveî Rojava bi sedema şerê li welat û tekez kirin ku ew di vî derbarî hewildanên xwe dikin.

Xelîl Osman endamê hevserokatiya Buroya Têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bal kişand ser ku berî damezirandina Rêvebreriya Xweser hemû gel û pêkhateyn êş dikşandin ji zilm û zordarî û girtina azadiyê, lê piştî damezirandina wê hemû gelên Bşûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi azadî û rûmet jiyan kirin û adatên xwe pêk anîn bêyî tu zextî, Rêveberiya Xweser hewil dide hemû mafê rewa yên hemû pêkhateyan bidest bixin.

Back to top button