ÇalakîManşêt

Partiya Yekîtiya Demokrat bi boneya salvegera damezirandina wê 17’an civînek li dar xist

Partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat civînek gelêrî li dar xist bi boneya damezirandina wê, li parka”Dirîm Land” li bajarê Qamişlo, bi dehan ji endamên partiyê tevlî civînê bûn, û nûnertiyên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl.

Di bin drûşmeya “Bi Yekîtiya Demokratîk dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser pêşbixin û Sûriya ava bikin”, civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdan, û di derbarê civîn de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat li ser dîroka damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat axivî û wiha zelal kir ku partî ji despêka damezirandina wê di 20 Eylûnê 2003 û heta roja me yî îro berxwe dide ji bo azadî û demokrasiyê, û têgeha Netewa Demokratîk û bratiya gela pejirand, û îşaret kir ku partiya me gelek qonax derbas kir û li hemberî gelek pirsgirêkan hat lê li ser pernesîbên xwe daneket,

Enwer Muslim îşaret kir di axaftinên xwe de ku bi dehan ji endamên partiyê canê xwe feda kirin ji bo parastina pernesîb û nirxên partiyê bikin.

Her wiha li ser êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku Tirkiyeyê ewlehiya herêmê hedef digre, û êrîşî her projeyek Demokrat dike ku gel wê dipejirîne, û got ”Bi biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyan em ê hemî êrîşan têk bibin û li hember komployên li dijî vîna gelan çêdikin bisekinin.”

Di dawî de muslim bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku rêza refa bigrin û parastina deskeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin bikin.

       

Back to top button