ÇalakîManşêtPYD

Di 18’emîn salvegera damezrandina partiya me .. Akademiya Siyaseta Demokratîk li Girkê Legê şahiyek li dar dixe

Akadîmiya Siyasî a Demokratîk li navçeya Girkê Legê duh roja duşemê şahiyek ji bo salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li dar xits, di nava dewreya perwerdeyê ji endam û rêveberiyên partiyê re û bi beşdarbûna rêveberiya partiyê ya navçeyê.

Rêveberiya Akademiyê tekezî li ser berdewamiya navê partiyê (Partiya şehîdan) bi cewhera têkoşîn û fedayî kir, û li ser xet û nêzîkatiya şehîd Şîlan bimeşin, di koma şehîdên partiyê re derbas bibin heta bighêjin şehîd Zîlan. Her wiha rêveberiya Akadîmiyê tekez kir li ser domandina berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina tevahiya xakên dagirkirî û derxistina dagirkeran.

Her wiha rêvebriya Akadîmiyê destnîşan kir li ser pêwistiya bilindkirina têkoşîna Akadîmî ji bo avakirina kesayetî û zihniyeta civakî ku karibe parastina destkeftiyan bike û serkeftinên şoreşê û hêviyên şehîdan ji bo rizgarkirina xakên dagirkirî û piştgiriya rêveberiya civakî, û digel Rêveberiya Xwser a Demokratîk bisekinin ber bi avakirina civakek exalqî, siyasî û Îkolojîk.

   

Back to top button