ManşêtNûçe

Hevbendiya Êzîdiyên Sûriye hewldanên Tirkiye yên xapandina Êzîdiyan şermezar dike

Di/09/20/2021/de, Hevbendiya Êzîdiyên Sûriye HÊS, daxuyaniyek ji raya giştî re weşand û tê de hewldanên dewleta Tirk û alîgirên wê ji bo xapandina Êzîdiyên Sûrî ku vegerin “Efrîn û Serê Kaniyê” bêyî garantiyên navneteweyî şermezar kir.

Di daxuyniyê de wiha hat diyar kirin: Dewleta dagirker a Tirk bi hevrêziya hin aliyên xerab re, dixwaze Êzdiyên li Sûriyê (Serê Kaniyê û Efrînê) bixapîne û hestên wan tîk bike û xwesteka wan a bêsînor a vegera li gund û bajarê xwe bi tena serê xwe bi kar tîne. da ku wêneya xwe li pêş civaka navneteweyî xalî bike û xwe wekî parêzgerê hindikahiyên li herêmê nîşan bide da ku rexneyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kêm bike.

Gelê me yê Êzîdî li Sûriyê vê yekê jî dizane ji her kesî bêhtir ku Tirkiye kî ye û asta ambargoyên wê yên paqijkirina tevahiya herêmên di bin kontrola wê ji hindikahiyên ne-Misilman, û ew bi hemû biryardarî li pişt operasyonên qirkirina li dijî Êzîdiyan, Ermenî, Suryanî û kêmneteweyên din ên Kurdistanê ji sedan salên berê heya îro disekine.

Gelê me jî dizane bêedaletî û zordariya ku li Êzîdiyên li Efrînê mane tê kirin, her kes û hemû malbatên êzîdî zirar û destdirêjî li wan hatin kirin ji hêla komên tundrew ên ji hêla Tirkiyê ji bo dagirkirina Efrînê, mal, rûmet binpê kirin û mirovên bêguneh kuştin û revandin bi mebesta stendina fidyeyek darayî ya mezin ji bilî avakirina mizgeftan li gundên êzdiyan, wêrankirina mezargehên olî û derxistina gorên miriyên wan, ev kiryarên tawankar li dijî gelê me yê êzîdî hîn jî berdewam dikin. heya dema amadekirina vê daxuyaniyê.

Rewşa “Serê Kaniyê” ya piştî dagirkirinê ji Efrînê ne cudatir bû, lê êzîdiyan karîbûn di wextê xwe de ji bajêr koçber binin, ji ber vê yekê komên terorîst ên dilsozên Tirkiyê hemî mal û milkên ku şêniyên êzîdî hiştin desteser kirin û gorên miriyan xera kirin bi hinceta ku “gorên kafiran in”.

Em di “Hevbendiya îdzîdiyên Sûriye HÊS” de û piştî nirxandina hûrguliyên hewildanên xapandina êzîdiyan: Em redkirina xwe ya kategorîkî ji hemî hewildanên normalîzekirina bi dagirkeriya Tirk û komên terorîst ên dilsozê wê re radigihînin, em tekez dikin ku vegera me ya Êzîdiya bi tena xwe nayê kirin bêyî pêhkateyên herêmê ji şirîkên dîrok û pêşerojê, bi tekez kirina li ser pîroziya mafê vegerê ji hemûyan bi lez ji her demeke din bêhtir, û em ê nehêlin ku kesek li ser bingeha sozên derewîn ên Tirk jiyana mirovên me bixe xeterê.

Her weha em sûdê ji vê bûyerê werdigirin û banga avakirina komîteyek ji pêkhateyên “Serê Kaniyê” dikin mîna komîteya ku li Efrînê hat avakirin (însiyatîfa Efrînê) ji bo amadekirina vegera li ser bingeha garantiyên navneteweyî û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî ku ewlehiya hemî kesên vegeriyayî misoger dike û zirar û ziyana ku wan dîtine telafî bike.

Back to top button