ManşêtNûçe

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê bang li NY`yê kir ku aloziya Sûriyê çareser bike

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî îro daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî li Parka Xwendinê ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê hat xwendin.

Endama rêveber a rêxistinê Evîn Cuma daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ev roj, ji bo xurtkirina nirxên aştiyê diyar kir. Cîhan di vê rojê de tundiyê radewestîne û agirbest pêk tê. UNESCO`yê jî ev roj ji bo xurtkirina nirxên herî bilind ên aştiyê di navbera gelan û neteweyan de diyar kir.

Çanda aştiyê; çanda diyalogê, zanabûna gel û xweparastin e. Ji ber şer û nakokiyên heyî, karesatên xwezayî û belavbûna pandemiya Koronayê li hemû cîhanê, rola ku divê NY pêk bîne, ji hemû serdemên berê girîngtir e. Bi taybet belavbûna Koronayê li pêşiya plansaziya geşepêdanê ya domdar a NY`yê ya 2030`an bûye astengî û bê aştî ev plan pêk nayê.

Li ser vê nêrîna pêşerojê ya ku bi sibeke baştir xeyal dike, divê em bifikirin çawa alîkariyê bidin çînên paşguhkirî, kesên di herêmên nakok de asê mane, kesên ji rêbazên jiyanî xebatên tenduristiyê bê par mane. Bi taybet li welatekî mîna sûriyê ku ji 10 salan ve ji ber şer wêran bûye, terorîst lê herikîn û dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên wê mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz, Cerablus û Idlib dagir kirin. Di encamê de kareseteke mirovî rû da, ji ber ku demografiya wan herêman hat guhertin, mal û milk hatin talankirin û zarok û jin hatin kuştin.

Divê dewletên endamên NY`yê sazî û rêxistinên herêmên û navneteweyî û saziyên civaka sivîl bi şêwaza layîqî vê rojê, wê pîroz bikin. Divê ev roj bi rêya fêrkirinê, zanakirina civakê û hevkariya bi saziyên NY`yê re were pîrozkirin da ku nirxên aştiyê, ewlehiyê, demokrasiyê belav bibin û rêz ji mafên mirovan re were girtin.

Divê NY berpirsyariyên xwe bîne cih, çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re li gorî biryara 2254’an bibîne da ku ewlehî li Rojhilata Navîn peyda bibe.”

ANHA

Back to top button