ManşêtNûçe

Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revandin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, saziya îstîxbarata Tirk MÎT’ê  ku ‘Polîsên Leşkerî’ li herêma dagirkerî ava kiribû, li Kantona Efrînê 3 kes revandin.

Hate zanîn ku kesên hatine revandin Mistefa Mihemed (28) ji gundê Dêr Siwanê yê Şera, Mehmûd Elî Hisên (30) û Ferzat Ehmed Mehmûd (28) ji gundê Çûbono yê Cindirêsê ne.

Ev kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin, çarenûsa wan ne diyar e.

Dewleta Tirk ji Adara 2018’an û vir ve ku Efrîn dagir kir, bi awayekî sîstematîk û keyfî sûcên şer dike. Kiryarên nemirovane yên weke revandin, eşkence, gef, desteserkirin, talankirin û koçberkirina bi darê zorê her roj pêk hatiye.

ANF

Back to top button