ManşêtNûçe

Li Moskowa salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Kurdên li Moskowayê dijîn bi çalakiyek girseyî salvegera 10’emîn Şoreşa Rojava pîroz kirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate organîzekirin. Gelek Kurd û dostên wan tev li pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Şoreşa Rojava ji bo gelên Kurdistanê xwedî wateyek mezin e û pêkanîna projeya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd di pratîkê de mînaka serkeftinê ye. Bi domarî ev tişt hatin gotin: “Şoreşa Rojava bi saya nirxên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku Têkoşîna Rizgariya Netewa Kurd afirandiye dikare hebûna xwe bidomîne. Şoreşa Rojava ku li ser esasê felsefeya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye, hemû netew, çand û baweriyên li Rojava dijîn di nava xwe de dihewîne û têkoşîna xwedî nava yekitiyê de didomînin.“

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şoreşa Rojava hate temaşekirin.

Herî dawî hunermendên herêmî derketin li ser dikê û stranên xwe gotin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê, tilîliyan û dirûşmeyan bi dawî bû.

ANF

Back to top button