ManşêtNûçe

Dewleta Tirk çav berda kevirên gorên Efrînê

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê komên çete yên bi ser Tirkan ve goristana li gundê Şêxorze talan kir. Hate gotin çeteyên Tirkan kevirên goran rakirine, wan difiroşin an jî li baxçeyên malan datînin, ku ev mal jî yên gel in û dest li ser danîne.

Ji Adara 2018’an û vir li Efrîna dagirkirî her tiş tê talankirin. Jêresazî, kanên dahatê milkên taybet bi rengekî sîstematîk têne talankirin, her wiha ev êrîşa sîstematîk dibin ser goristanan jî. Goristana Avesta ku dema êrîşên dagirker şervan û sivîl lê hatin veşartin, pêşî hatibû talankirin û ajansa fermî ya dewleta Tirk AA’yê gotibû goristan a sivîlên înfazkirî ye lê di demeke kurt de rayedarên Efrînî û dîmenan ev îdîa li derewê qelibandibû.

ANF

Back to top button