ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Divê şandeyeke bêalî here Efrînê

Ji bo eşkerekirina rastiya hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, Aldar Xelîl bang li parazvanên mafên mirovan kir ku şandeyeke bêalî bişînin herêmê û lêkolînan bikin.  Her wiha Aldar Xelîl destnîşan kir ku bidawîkirina van sûcên dijmirovahî bi xurtkirina têkoşînê wê pêk were.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl anî ziman ku bi hedefgirtina sembolên têkoşîn û berxwedanê re Erdogan bûye Hîtlerê duyemîn.

HOVÎTÎ LI SER MÎRASA OSMANIYAN

Aldar Xelîl daxuyand ku dewleta Tirk li ser mîraseya Osmaniyan a hov hatiye avakirin û got: “Armanca damezrandina komara Tirk a yekem tunekirina Kurdan bû. Li ser vê armancê jî gelek komkujî li ser Kurdan pêk anîn. Siyaseta wan ew e ku divê li beramberî wan tu gelên cûda nejîn. Şêwazên wan ne tenê erdnîgariyê bixin destê xwe, her dem dixwazin gelên din bihelînin û tune bikin. Bi taybet di van demên dawî de bi destpêkirina Buhara Gelan re ji xwe re kirin biryar ku beriya temamkirina sedsala peymana Lozanê tevliheviyên heyî ji xwe re bi kar bînin û careke din  komara Tirkiyê li ser nexşeya berî Osmaniyan lê hikûm dikir ava bikin.”

`ERDOGAN ŞIKANDINA RIHÊ BERXWEDANA GELÊ EFRÎNÊ KIRIYE HEDEF `

Aldar Xelîl destnîşan kir ku rûxmî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îradeya gelê herêmê nehatiye şikandin û got: “Erdogan şikandina rihê berxwedana gelê Efrînê ji xwe re kiriye hedef. Gelê Efrînê gelekî berxwedêr e. Gelê Efrînê di nav dagirkeriyê de jî rewşa dagirkeriyê qebûl nekiriye. Îsbata wê jî berxwedana gelê Efrînê û koçberên wê yên di bin konan de ye. Erdogan ji vê nerazî ye û naxwaze ew hêrsa vegere û azadkirina di nav gel de bimîne. Ji ber wê çeteyên  xwe  li ser hemû rengên îşkence, revandin û qirkirin daye perwerdekirin. Her wiha perwerdeya xwe li ser nifşên nû dide ferzkirin, aboriya xwe li ser wan dide avakirin, xwezaya li wir xirab dike, guhertina demografîk pêk tîne. Êdî ew nikare berxwedana ku li Efrînê pêk hat veşêre. Niha dixwazin rihê berxwedanê bişikînin. Sembola berxwedanê şehîdên ku xwe ji bo gelê xwe feda kirin e. Bi rengekî hovane heya gorên şehîdan qebûl nakin ku di wê xakê de bimînin.”

PEYAMÊN JI ÇÛYÎNA QIBRIS Û EFRÎNÊ

Xelîl bal kişand ser çûyîna Erdogan Qibrisê û ya Suleyman Soylu li Efrînê û anî ziman ku ne tesadûf e, ev çûyîn ji bo mayîndekirina dagirkeriyê ye û got: “Ji van çûyînan re Erdogan peyama `Ez ê gavekî pêşdetir Qibrisê bixim destê xwe û pergalê ava bikim ` Soylu jî dibejê `Cihê  ku me dagir kiriye em jê dernakevin, em ê li gor xwe dizayn bikin, em ê qebûl nekin ku gelê ji vir li vir de bijî.` Dixwazin peyamekê bidin raya giştî ya cîhanê jî ku dibejin` bila tu kes ji min re nebêje ji vir derkeve. Wek çawa ez berê ketim Qibrisê û heya niha tê de me ez ê têkevim Efrînê jî û ji wir dernakevim.` Piştgirîdayîna sûcên çeteyan jî bi rêya van çûyînê zêdetir dikin.”

`JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BÊ DENG IN`

Aldar Xelîl der barê bêdengiya raya giştî ji hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî de ev tişt got: “Raya giştî ya cîhanê ketiye bin bandora sîstema deshilatdar a cîhanî. Ev sîstema cîhanî berjewendî û pergala modernîteya kapîtalîst esas digire. Me tu îşaret ji wan ne dîtiye ku rojekê bifikirin ku van aloziyên Rojhilata Navîn rawestînin. Li her cihî her alozî mezin dibin û kêm nabin. Hêzên li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê proje pêşkeş nekiriye. Heta ew biryara ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ya 2254’an tenê li ser gotinan ma. Xuya ye ku biryara tu kesî ji bo çareseriyê tune ye. Mijarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Efrînê pêk tên beşek ji pirsgirêka Sûriyê ye. Hovîtiya dewleta Tirk ne xema tu kesî ye ku her kes hesabê berjewendiyên xwe dikin. Raya giştî zû bi zû helwestên li dijî dagirkeriyê û dewleta Tirk nîşan nadin. Ji ber wê divê têkoşîna me û ya gelê cîhanê li dijî dagirkeriyê pêş bikeve.”

`ERDOGAN HÎTLERÊ DUYEMÎN YÊ VÎ SEDSALÎ YE`

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku Erdogan bi sûcên ku pêk tîne bûye Hîtlerê duyemîn û wiha pê de çû: “Dema Hîtler kiryarên dijmirovahî pêk dianîn tu kesî tiştek jî nedikir. Piştî ku Hîtler bi bin ket her kesî sûcê Hîtler anî ser ziman. Niha Erdogan jî di rewşeke wiha de ye. Erdogan Hîtlerê duyemîn yê vî sedsalî ye. Bala xwe bidinê kes wiha zêde helwestên tund li dijî Erdogan nîşan nade. Lê demeke din wê Erdogan bikeve û wê paşê her kes li ser wî siyaset bike. Em nikarin li benda wê bimînin. Pêwîstiya me heye ku em rêxistina xwe xurt bikin, hêza xwe komî ser hev bikin, li dijî dagirkeriyê têkevin nav hewldanan. Di her aliyan de kar bikin ku her kes vê rastiyê derbaskirina vê dagirkeriyê bibîne.  Bi hev re têkevin nav têkoşîneke piralî ya li dijî dagirkeriyê. Heya dagirkerî hebe wê kiryarên wiha jî hebin.”

`DIVÊ ŞANDEYEKE BÊALÎ HERE HERÊMÊ`

Aldar Xelîl ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî banga şandina şandeyeke bêalî ji bo herêmê kir û got: “Rêzdariya goran her çi bibe bila bibe zagonekî navnetewî ye. Kesên ku jiyana xwe ji dest daye her kes mecbûre ku bi rêzdarî nêzî wan û gorên wan bibe. Lê dewleta Tirk bi rengekî pir hovanê bi şêwazên cûr bi cûr nêzîkatiyên dijmirovajî li van goristanan kir. Raya giştî jî xwe bê deng kiriye. Ger cîhan bixwaze rastiya hovîtiya dewleta Tirk nas bike bila şandeyeke lêkolînê bişîne herêmê. Dewleta Tirk bi vekirina van goran re hovîtiya xwe eşkere nîşanî cîhanê dike. Em bang dikin ku hinek şandeyên bêalî biçin li Efrînê lêkolîn bikin û sûcên dewleta Tirk belge bikin.”

ANHA

Back to top button