ManşêtNûçe

Berxwedana girtiyên azadiyê bi biryardarî dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 242’an de berdewam dike.

Girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyeyê de, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî bi koma 47’emîn di roja 242’emîn de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ket asteke din û ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.

Mexmûr

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 221’an de berdewam dike.

Yewnanistan

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 214 roj li pey xwe hiştin .

Back to top button