ManşêtNûçe

Demîrtaş: Divê cihê Kurdan di Konferansa Sûriyeyê ya CHP de hebe

 

Hevserokê kevin ê HDPyê, Demîrtaşî gotiye, “Divê di şerî de israr neye kirin û rêyên diyalog û hevkariyê yên bi kurdên sûriyeyê re bên avakirin.”

Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê kevin ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo mijara herêma ewle ya li Sûriyeyê were avakirin gotiye, “Divê di şerî de israr neye kirin û rêyên diyalog û hevkariyê yên bi kurdên sûriyeyê re bên avakirin.”

Demîrtaşî derbarê Konferansa Sûriyeyê de jî axivî ye ku CHP plan dike pêk bîne. Demîrtaşî diyar kiriye ku divê kurd neyên paşguhkirin.

Demîrtaşî li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê bersiva Huseyîn Şîmşekê ji rojnameya Birgunê daye.

Nirxandinên Demîrtaşî yên li ser polîtîkayên Tirkiyeyên yên derbarê Sûriyeyê de wiha ye:

“Ji roja roj politikaya Tirkiyeyê şaş bû”

“Polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê roja pêşiyê jî şaş bû niha jî şaş e. Dema ku hûn polîtîkayeke karûbarên derve, tene li ser windakirina hinekan ango li ser windakirina kurdan û Esadî saz bikin, ew tê wê wateyê ku we ji serî de winda kiriye. Divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyeyê de ne li ser windakirina hin kesan, lê ji bo serkeftina Tirkiyeyê bûya. Rêyeke vê ya bimentiq hebû, kurd û Esad jî di nav de, divê rêya dîyalogê ji bo her demê û bi hemû kesan re vekirî bihata hiştin.

“Lê polîtîkaya karûbarên derve ya nijadperest, mezhebperest û dagirker Tirkiye ber bi wê rêyê ve bir ku li Sûriyeyê piştgirî dan cîhadîstan. Kurdên li Sûriyeyê ji bo hevkariyê berê xwe dabûn Tirkiyeyê lê desthilatdariya AKPyê hevkariya bi cîhadîstan re hilbijart. Vê jî hişt ku kurd gav bi gav ber bi DYA û Rûsyayê ve biçin.

“Dibe ku îro hevkariya bi kurdên Sûriyeyê û hevdîtina rasterast a bi wan re mimkûn û rasteqîn nayê dîtin lê ji bo Tirkiyeyê ya herî bi mantiq û wê serkeftinê bîne ev e. Hewldana şer û dagirkirinê wê Tirkiyeyê bi xetereyên gelekî mezintir re rû bi rû bihêle. Divê dest ji israra şerî berdin û rêyên diyalog û hevkariya bi kurdên Sûriyeyê ava bikin. Ez hêvî dikim k udi Konferansa Sûriyeyê ya CHPyê de kurd nayên piştguhkirin. Ez fam dikim bê çima PYD wê neyê vexwendin lê divê kurd bi awayekî xwe di wê konferansê de bînin ziman.”

J:B.Net (AO/FD)

Back to top button