ManşêtNûçe

QSD: Em beşdarî operasyona li Idlibê nebûne

Dezgehên çapemeniyê yên alîgirê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê, îdia kir ku QSD tev li operasyona leşkerî ya bi serkêşiya hêzên rejîmê li dijî Tirkiyê û çeteyên wê li herêma Idlibê bûye.

QSD`ê hemû gotegotên di vî warî de red kirin. Berdevkê fermî yê QSD`ê Kîno Gabrîyêl daxuyaniyek li ser malpera Navenda Ragihandinê ya QSD`ê belav kir û tê de wiha hate gotin:

“Dezgehên çapemeniyê der barê beşdarbûna QSD`ê li operasyona leşkerî ya li herêma Idlibê de agahî belav kirin. Em wek QSD destnîşan dikin ku em beşdarî operasyona leşkerî ya li Idlibê nebûne û ev îdia ne rast in.”

Back to top button