Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet hatine bidestxistin, çeteyên El Hemzat 17 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ebdurehman Betal ê ji gundê Maratê yê Efrînê birîn.
Çeteyan 40 darên zeytûnê yên Şêx Ebdulqadir ê ji gundê Bablêtê yê navenda bajarê Efrînê jî birîn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya siyasetên qirkirin û guhertina demografiyê de birîna darên Efrînê, bi taybet darên zeytûnê, didomînin.