Ji beriya du rojan ve, gundê Til Cuma yê Asuriyan ê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin.
Li gorî ajansa ANHA’yê, ku xwe gihandobû gund û ziyanên ku çêbû şopand, ajansê diyar kir ku di topbaranê de, dibistan, goristan û navenda veguhestina kehrebeyê rasterast bûn hedef û ziyan gihiştin wan. Her wiha ji ber topbaranê dêra gund hilweşiya.
Ev dibistan a 5’an li gundewarê Til Temirê ye ku dibe hedefa hêzên dagirker.
Bi van êrişan dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha bi hedefgirtina goristanên gundên Til Şenan û Til Cûma hurmeta goristan bin pê dike.