ManşêtNûçe

Emîne Omer: Saziyên mafên mirovan gavên berbiçav naavêjin

Êrişên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dabûn destpêkirin, 2 sal li pey xwe hiştin. Di dema êrişên dagirkeriyê de 300 hezar sivîl ji cih û warên xwe bûn. Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslingê ku navenda wê li Swîsreyê ye, belge kir ku dewleta Tirk di êrişan de çekên kîmyewî bi kar anîne. Lê belê tevî hemû belgeyan jî dewleta Tirk ji ber sûcên xwe nehat darizandin.

Dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî her cure sûcên dermirovî yên wekî îşkence, revandin, dizî, komkujî û hwd didomîne. Di heman demê de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî û bi taybet Efrînê û bidawîkirina aloziya Sûriyê, bê navber dixebite.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer xebatên dîplomasiyê nirxandin ku ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve didomin û destnîşan kir ku berpirsyariya wan ew e ku vegera koçberan li mal û axa xwe mîsoger bikin.

Emîne Omer diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in û got: “Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi deh hezaran kes neçar man koçber bibin. Di wan êrişan de bi sedan sivîl hatin kuştin. Dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriyê de çekên kîmyewî bi kar anîn. Ew çek hatine tespîtkirin. Rapor hatine girtin. Li Serêkaniyê Girê Spî û Efrînê sûcên dermirovî yên çeteyan didomin. Dewleta Tirk li van herêman guh nade hiqûqa şer jî û sûcên şer dike.”

‘JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI DIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK DENGÊ XWE DERNAXIN’  

Emîne Omer îşaret pê kir ku ji dewleta Tirk tu hesabek nehatiye xwestin û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk dizane tu kes hesab jê napirse û bi vê hêzê êrişa xwe didomîne. Di serî de dewleta Tirk û çeteyên ku bi wan re ev sûc kirine, divê hesab bidin û divê li hemberî dadgehên navneteweyî hesab bidin. Tevî ku saziyên mafên mirovan bi dehan raporên sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkerî belge kirine jî, lê tu gav nehatine avêtin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe dernaxin û sûcên dewleta Tirk dike dinixumînin.”

Emîne Omer diyar kir ku welatên Ereban ji destpêka êrişên dagirkeriyê ve li dijî êrişên dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan da û got: “Gelek welatên Ereban gelek caran nerazîbûna xwe ji vê rewşê re anî ziman. Erebistana Siûdî, Misir, Urdun, Iraq û Îmarat bi lez helwest li dijî êrişê nîşan dan. Misirê piştî 3 rojan ji êrişan, banga civîna awarte ya Yekitiya Ereban kir. Di vê hevdîtinê de li dijî êrişan daxuyaniyeke hevpar hate dayîn û helwesta dagirker a dewleta Tirk hate eşkerekirin. Hate gotin ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir kiriye û divê di zûtirîn demê de dev ji vê helwesta êrişkar berde. Welatên Ereb her tim diyar dikin ku dewleta Tirk dagirker e.”

‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK KRÎZÊ MEZINTIR DIKIN’

Emîne Omer diyar kir ku wan wek MSD civînên cuda der barê aloziya Sûriyê û êrişên dagirkeriyê de li dar xistin û her wiha bi opozîsyonê re li hundir û derveyî Sûriyê civiyan û wiha pê de çû: “Em gelek caran hewl didin bi opozîsyona Sûriyê re werin ba hev da ku aloziya Sûriyê çareser bikin. Hemû alî van gavên ku di aliyê demokratîkbûn û çareseriya Sûriyê de hatine avêtin, erênî dibînin. Di vê çarçoveyê de me 3 civînên mezin pêk anîn. Li Ewropayê jî xebatên bi heman rengî hebûn. Di hemû dan û standinan de nêrîn hebûn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker aloziya Sûriyê mezintir dikin.”

Emîne Omer da zanîn ku dê civînek ji bo gotûbêjkirina aloziya Sûriyê bi beşdariya tevgerên çekdar ên li Sûriyê were lidarxistin û got: “Em bi opozîsyona Sûriyê re li hev dikin ku bi rêya dîplomasiyê aloziya Sûriyê çareser bikin. Di civînê de her wiha dê nîqaşên şênber ên li ser bicihanîna gavên çareseriyê bên kirin. Yek ji rojevên sereke yên vê civînê jî dagirkeriya dewleta Tirk û derxistina wê ji herêmên Sûriyê ye.”

Li ser helwesta hêzên navneteweyî ya li dijî êrişên dagirker, Emîne Omer wiha axivî: “Di hemû nîqaşên me de wek MSD hem li Ewropayê hem jî li vir, hemû welat diyar dikin ku dê li dijî êrişên dewleta Tirk hevgiriyê nîşan bidin. Fransayê li dijî êrişên dagirkeriyê helwest nîşan da. Daxuyaniyên Yekitiya Ewropayê û welatên din ên şermezarkirinê hene. Lê dewleta Tirk dîsa jî li seranserê Sûriyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer didomîne.”

‘SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN GAVÊN BERBIÇAV NAAVÊJIN’

Emîne Omer got: “Yek ji mijarên girîng ên krîza li Sûriyê, koçberiya bi darê zorê û guhertina demografiyê ye. Rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û saziyên têkildar li hemberî polîtîkayên guhertina demografî û koçberkirina bi darê zorê bê deng dimînin.”

Emîne Omer diyar kir ku ji bo vegerandina mirovan piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, ew dixebitin û got: “Mafekî bingehîn ê mirovan e ku gel bi rengekî ewle li xaka xwe vegere. Ji bo ku gel vegere malên xwe divê komên çete destpêkê wan bajaran ji nû ve biterikînin. Ji bo guhertina demografiya Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê welatiyên ji herêmên din anîne, divê ji bo wan cihekî nû were avakirin û wan bibin wir û gelê me yê ku bi darê zorê hatiye koçberkirin, bi silametî vegere malen xwe. Li aliyê din, divê saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan wek garantor bên diyarkirin.”

‘BANGA ENKS’Ê XIZMETÊ JI DAGIRKERAN RE DIKE’

Emîne Omer got ENKS ji bo ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê rewa nîşan bide bi derew kirin û xizmet ji dagirkeran re kir û wiha axivî: “ENKS dixwaze sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê binixumîne û bi hemleya xwe Efrînê ewle nişan bide. ENKS banga vegera li herêmên dagirkirî dike. Dibêje ku ew herêm ewle ne. Lê rastî ne ev e. Em dizanin ku gelek kesên ku ji ENKS’ê bawer dikir, ji çeteyan re bûne kole. ENKS bi radestkirina gelê Kurd ji dewleta Tirk re hewl dide hebûn û berjewendiya xwe biparêze.”

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Armanca bangên ENKS’ê ew e ku berxwedana gelê  Efrînê ya li Şehbayê bi dawî bike. Kesên ku vedigerin Efrînê bê garantî vedigerin, dewleta Tirk û çeteyên wê îşkenceyê lê dikin. ENKS îro bi dewleta Tirk re tev digere, dixwaze gelê Kurd bike qurbaniya siyaseta xwe ya qirêjî.  Divê gelê me ji van bangewaziyan bawer neke. Hewl dide heman tiştî li Serêkaniyê û Girê Spê bike. Dema ku şert û mercên pêwîst bên avakirin û dewletên garantor sozê bidin, dê gelê me vegere welatê xwe û li xaka xwe vegere. Em MSD dê berpirsyariya xwe bi cih bînin da ku gelê me bi silametî vegere malên xwe. Em têkoşîna gelê xwe ya li dijî êrişên dagirkeriyê li her derê girîng dibînin. Em ê têkoşîn û daxwazên wan ên vegera li xaka xwe li her derê ragihînin.”

ANHA

Back to top button