Nûçe

Brîtanya: “Baweriya Amerîkayê tenê bi pêşmerge û bi YPGê heye”

Pisporê leşkerî yê Peymangeha Şahane ya Brîtanya Michael Steven ragihand: Amerîkayê tenê bawerî bi Pêşmerge û YPGê heye.

 

Navenda Nûçeyan — Michael Steven di hevpeyvîneke behsa kirîza Sûriyeyê û destwerdana Rûsya di şerê navxwe yê wî welatî de kir û got, destwerdana leşkerî ya Rûsyayê arîşeyên Sûriyeyê mezintir kirine û piştî 4 sal bi ser derbasbûna wî şerê ku bo rûxana desthilata Serokê Sûriyeyê Beşar Esed dest pê kiribû, pêgeha Esed qayim tir kir.

Michael Steven her wiha got, ‘lêdana Rûsya li DAIŞê gelek nezelal e û ew pitir çekdarên komên din dikin armanc nek yên DAIŞê. Amerîka dikarî bileztir li DAIŞê bide. Di heyama 2 mehên borî de Amerîka 400 êriş li dijî DAIŞê pêk aniye, lê belê dikarî zêdetir êriş bike.’

 

Pisporê leşkerî yê Birîtanyayê Steven behsa rola kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de destnîşan kir û got, ‘şerê kurdên Iraqê û Sûriyê wek hev in. Li her du aliyan, pêşmerge û YPG pêşve çûne û gelek giring e ku em nîşan bidin ku li Rojhilata Navîn ev pêşketin qewimiye.’

Michael Steven di dirêjiya axaftina xwe de got, ‘Amerîka piştgîrî li kurdan dike, çimkî Amerîka di wê baweriyê de ye ku kurd ew hêza bejayî ne ku pêşve diçin. Ew yek di demekê de ye ku hêzên sunî di wî warî de şikestin xwarin. Li Efrînê û Şingalê kurd gellek pêşve çûn û tê çaverêkirin ku zêdetir pêşve biçin. Em dibînin niha xelk diçin Mûsilê. Heya ku Mûsil mabe, ew arîşeya kurdan û cîhanê dawî pê nayê.’
Steven ew yek jî da zanîn: “Amerîka li Sûriyeyê tenê bawerî bi YPGê heye û li Iraqê jî tenê bawerî bi Pêşmerge heye.”

J: Sputniknews

J. M

Back to top button