Nûçe

Dîbo: Hevkarên rêjîme li dijî pergala Rêvebiriya Xweser tevger dikin

Şêwirmendê Hevserokatiya PYD’ê Dîbo têkildarî îdîayên der heqê PYD û YPG’ê de ku di rapora ji aliyê hin saziyên Ermenî û Suryanî de hat aşkerakirin derewand.

Dîbo bal kişand ser nêzîkatiya aliyên ku rapor aşkera kirine ya bi rejîma Beas re û got ku ev derdor bi zanebûn pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin hedef.

Şêwirmendên Hevserokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo, bi rêya ANF’ê bersiv da îdîayên hin saziyên Suryanî û Ermenî ku dibêjin YPG û PYD li Til Temir, Til Hemis û Hesekê dest datînîn ser mulkên taybet ên Xiristiyanan, bi zorê ciwanên wan dibin leşkeriyê û tevlî pêvajoyên biryaran nakin.

‘RAPOR JI SERÎ HETA DAWIYÊ DEREW E!’

Dîbo naveroka rapora hat aşkerakirin  “Ji serî heta dawiyê bi pirsgirêk” nirxand û ragihand ku weke di raporê de tê diyarkirin “Qanûna Mulkê Koçberan” nehatiye derxistin.

Dîbo bi birî xist ku mulkê taybet ê her kesê di nav Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dijî di bin parastinê de hiştin yek ji berpirsyartiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û got: “Qanûna têkildarî parastina mulkiyeta taybet a derkeve jî parastina mulkên taybet ên gelê me yê Suryanî, Asûrî û Ereb wê wek wezîfeya sereke bibîne.”

‘QANÛNA DI ROJEVA ME DE PARASTINA MULKÊ GELÊ EREB Û SURYANÎ DIKE ARMANC’

Dîbo anî ziman ku ji aliyê Meclîsa Hiqûqê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo parastina mulkiyeta taybet qanûnek tê nîqaşkirin û sedema wê jî wiha diyar kir: “Herêmên di raporê de behsa wan tê kirin, bi taybet deverên ku Suryanî lê zêde Til Temir û deverên Ereb lê zêde ne Til Hemis demekê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû. Ji gelê Ereb û Suryanî gelek mirovan ev dever terk kirin. Ev cih piştî ji aliyê YPG/YPJ’ê ve hatin azadkirin veger carekê din çêbû. Bi vegerê re di navbera gelên me yên Ereb û Suryanî de hin pirsgirêk derketin. Hin kesan îdîa kirin ku ji kesên vegeriyana hin mirov beriya biçin mal û mulkên xwe firotine wan, nexwestin mal û mulkên kesên vegeriyane car din bidin wan. Ji ber vê pirsgirêkan rû dan.

Meclîsa Hiqûqê ya di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê de li ser vê yekê qanûneke ku mulkên bi taybet kesên ji ber şer koç kirine yên birayên me yên Suryanî û Ereb biparêze xist rojeva xwe. Lê hê tiştekî ku bûye qanûnî û encam bûye nîne. Armanca me ya bi vê qanûnê re ne destdayîna ser mulkên ti kesî ye. Berevajî ev e ku mulkên mirovên me yên piştî ji herêmê veqetiyan hatiye destkirin parastin e û pêşîlêgirtina  li xisûmetên rû bidin e.”

‘DIBISTANA BEHS TÊ KIRIN DI XIZMETA CIVAKA SURYANÎ DE YE’

Di raporê de tê îdîakirin ku Dibistana Amal a li Hesekê ji aliyê YPG’ê ve hatiye desteserkirin, Dîbo destnîşan kir ku tiştekî wiha teqez tineye, ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê berê ev der dagir kiribûn, vê demê de ji van avahiyan êrîş çêdibûn. Dîlo bi bir xist ku ji ber vê jî avahiyên wiha ji ber ewlehiyê pêvajoyekê tê parastin. Dîbo aşkera kir ku piştî çete hatin paqijkirin, YPG’ê teqez dest nedaniye ser dibistanê û niha dibistana behsa wê tê kirin di bin kontrola gelê Suryanî de ye.

Dîbo îdîayên di raporê de cih digirin ên weke YPG’e ciwanên Suryanî bi zorê dibe leşkeriyê jî bi zimanekî hişk derewand. Dîbo bi bîr xist ku ne gengaz e ti kes bi zorê di refên YPG’ê de leşkertiyê bike, vê jî tevahî cîhan dizane.

‘KESÊN RAPOR AŞKERAKIRIN BI REJÎMÊ RE HEREKET DIKIN’

Dîbo bal kişand ku ji beşên ev rapor aşkera kirine gelekê xwe dêr in û wiha axivî: “Karên dêran ne daxuyaniyên mijarên polîtîk in. Heman tişt ji bo mizgeftan jî derbasdar e. Di mijara rêveberiyê de jixwe nûnerên ji aliyê gel hatine hilbijartin hene, ew ê biryarên xwe bidin. Li kantonan, zagon bi tevlîbûna nûnerên ji tevahî gelan çêdibin. Ev derdor nêtên wan ne baş in. Ev derdor bi rejîmê re hereket dikin, bi zanebûn dixwazin Şoreşa Rojava û yekîtiya gelan bipelçiqînin. Em rêveberiyek vekirî û zelal in, kî dixwaze jî dikare were û bê ka em çi dikin dikarin di cih de bibînin.”

N.R.PYD`ê li Ewropa

 

Back to top button