ManşêtNûçe

Binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê her ku diçe zêdetir dibe

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, qirkirin û talankirina xwezayê bê navber didome.

Bi hinceta nêzîkbûna meha zivistanê birîn û frotina daran li Efrînê ji hêla çeteyên dewleta Tirk zêdebûye.

Di heman çarçoveyê de, fesîlê bi navê artêşa “Nixbê” yên ku gundê “Şêxorza” kontrol dikin li navçeya “Bilbilê” 120 darên Zeytonan birîn ji bo bazirganiyê bikin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriya çeteyên ji firqeya El-Hemza yên girêdayî Tirkiya li gundê “Satiya” li navçeya “Mebetlî” darên daristanî di navbera gundên “Kaziya û Satiya” dibirin, û li bazarên Îdlib û Efrînê difroşin.

Bihayê tonek dar bi qasî 120 dolar e û dar ji ber zêdebûna daxwazê ​​ji Efrînê derbasî Idlibê dibe.

Di 3’ê Cotmehê de, çalakvanên Çavdêriya Sûrî desteserkirina nêzîkî 3200 darên zeytûnê ji aliyê “Tugaya Semerqend” ve li gundê “Kefer Safra” yê navçeya Cindirêsê şopandin, bi behaneya ku xwediyên wan li derveyî Efrînê ne û ew dar li ser erdên dewletê û nehişt ku ajan zeviya zeytûnê berhev bikin.

Hêjayî gotinê ku fesîlê “Semerqend”, ji dema ku hêzên Tirk û komên girêdayî wê di Adara 2018’an de Efrîn xistibûn bin kontrola xwe de, dest danî ser zêdetirî 36,000 daran li gundê “Kafr Safra”.

Back to top button