ManşêtNûçe

Bingeha çareseriyê Li Rojhilata Navîn…!

Piştî şerî cîhanê yê dûyemîn Li Ewropayê çareserya bingehîn ji  pirsgirêkên siysî, idîolocî û ekonomî  û wekîdin re hate dayîn dibin ci navî debe ne pirsgirêke. civaka Ewripî ji şer, pevçûn, û talanê xelas bû û yekîtiya xwe ya bingehîn avavkirin, lê li aliyê din yê cihanê roj hilata navîn.pirsgirêkên kevin û nuh dirketin hole û agirê şer nehate vemirandin. nakokiyên candî, etinîkî, olî û nejadî rûdan û her  û her ku diçû pirsgirêk mestir dibûn û melet beramberî şeran dibûn, desthilatên hatin avakirin rehê xwe baş di erdêde birin û herî dawî hegmoniya xwe ser hemo qadên civakê feriz kirin. Civkê li ber xwe da lê bi rengekî rêxstinkirî û sîstemikirî ji ber bandora giran ya disthilatên kevn û nû .

Di salên dawîde civakê disa hêvîn azadiyê cand lê vê care biraman gerî sores bi rêxist û bi pêşde bir ew raman jî ne ji valahiyekê hat. Şoreşek azadiyê ew raman li pêşxist û anî hole.

Di dema me ya nihade civak û hêzin nejat berest û desthiladar rû bi rû bûne, dengê defa şer bilndbû, ramanê çareseriyê ya civakî li hemberî hişmendiya genî ya desthilat daran miqabilî hev bûne ka wê kîjan bi ser keve vê care:

 Ramanên bi rêz Ocelan yên ji bo caresriya hemdem

Fikrên Ocalan destana têkoşîn, berxwedan, mirovahiyê û demokrasiyê ji tevahiya gelan re ye, Armanca komployê tunekirina nasnameya gelê Kurd e. Tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin jî berdewama komployê ye. Armanca tecrîd û cezayan ew e ku fikrê Ocalan negihije gelan.Lewra desthilatdariya Tirkiyê hewl dide fikrên Ocalan ji gelan dûr bixe, bi taybet ji gelê Kurd.

Rêveber Ocalan ji girtîgehê Imraliyê de projeya netewa demokratik ji gelê Kurd û çareserî ji aloziya Rojhilata Navîn re şand. Li cem Rêber Ocalan rêgeza rast ji bo çareserkirina tevahiya aloziyên Sûriyê li gorî rêgeza biratiya gelan û jiyana hevpar hene.”

‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK KILÎTA ÇARESERIYA ALOZIYÊN HERÊMÊ YE’

Projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye, bingeha çareserkirina prisgirêkên civakê û nakokiyên taîfî, olî û nejadî ye. Ji ber ku teoriya li ser jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyan de ava bûye çareseriya herî guncaw e.

Di van demên dawîn de desthilatdariya Tirkiyê cezayên din li Ocalan ferz kirin. Da ku hevdîtinên parêzeran li ser qedexe bike. Dewleta Tirk bi van gavan dixwaze rê li pêşiya belavbûna fikrên Rêbertî di navbera gelên Rojhilata Navîn de û azadiya gelê Kurd bigire, Hêzên  destladar hegemon û qaptalizmê dixwazin vîna gelan bişkînin taybet gelê kurd, lewra tê xwestin ji gelan yekîtiya xwe avabikin tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê û demokratiyê  bi hêz bikin.

 

Back to top button