Şahoz Hesen
Dema ku em di rêka xweya taze re dirbasdibûn Ji me re dihate gotin, ku navnîşanên Dilsoziyê û Cesaretê cihê wê di nava siyasetê de tune ye…!, ji me re gotin ku Nirx û Exlaq ji ferhenga siysetê winda ne…
Her wiha zanîbûn,û têdighiştin me di siyaset de di çarçoveyeke pêşbaziya durist ji bo qenciya hevpar, em hemû dizanin ku karê siyasî rêbazeke ji bo xizmetguzriya gel e û rewşa wan baştir bikin, û li ser vî asasî me israr kir ku em têkevin rêbazeke bejrandî ya siyasî bi xwe, me dixwest em vê riyê derbas bikin bi projeyek demokratîk, kûr bi wateya xwe, keseayetan û koman himbêz bike , û derbasî her derê bibe.
Hewlidanên me yên pêşî dijwar bûn, Dost”, “pêşbaz”, û “dijimin” , her kes li diwêrghebû ji me re ! Dirûşmeya me ya ku em di bin sîwana wêde bûn ew bû xendeqa parastinê û şehadetê bû.
Ji alîy ” hevalan” em têgihejitin, û me lêborînên wî berçavkirin, me pêşbazkar fêm kir tevî ku wî riya pêşbazkariyê û cudabûnê şaş kir, û me dijimin dît rastdar, ji ber ku tenê ew rastdare û em têgihejitin ku di rweşkê ne alûz deye.
Divê ku em zelal bin bi xwere berî bi yê dinre .
hat e gotin ku zimanê berjewendiyan ew e despêka dergehê siysetê ye û bîr û bawerî li ber derî bihêlin. Lê em her dem bi pernesîpin di pirojeyên xwede, û em dev ji berjewendiyên gelerî û serfiraziya fikirê wê bernedin, pirojeya demokratîk ew e berjewendiya hemû gelan û pêkhateyan ne ku çi reng, ol û mezhe bin.
di rêbaz û encamên xwede venagerin.ji ber ku tenê ev rê di çarçoveya tekoşîna projeya me deye , bi pirensîpên binirx li gorî me ji siyastê re bi kêrtê her wiha wekî din jî bi kêrtê, ew ne yekdeste li ser kesekî bi tinê, ew ne vexwndineke bijartî ye.
Bi vegerandina bandora demê li ser gelan û pêkhateyên herêmê bi taybet li Sûriya yê, em dibînin ku tu guhertin yan jî cudahî tune ye piştî yan berî <Bihara Gelan>, tenê sernav, nav û dîmen.
lê rêjîm bi pergalên xwe man, şîwazên dana û stendinê bikaranîn weke berê man heman hişmendî, hêzên muxalif li xwe girtin, lewra tê tekez kirin ku ew ji bingha pirsgirêkê dûrin.
gelê Sûriyê sîstemek Demokratîk hêvî dikirin lê buyerên ku hatin ber çavan tekez kirin ku alozî ne tenê grêdayî pergalan ku hene, bi wateyeke din ku ne tenê pergal berpisyare li ser rewşên xerab, dibe ku gel û pêkate beşek ji vê berpisiyarê birin,ji ber ku encamên ku hemwelatiyê Sûrî dibîne û jiyandike bi awayekî zelal xerabtir diçe, bitaybet dervî herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bervajî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi aramiyek baş û şêwazek bi pîvan e ji Demokratîkbûyînê ku cudabûnekê dide ew ji herêmên din û bû sedemek di bextewarî û pêşketina wê, tevî naskirina hemû aliyên siyasî yên desthilatdar û dijber bi pêşketina tecrubeya Demokraîtk li van herêman, lê belê ew di dijmnatiya xwe de bi israrin, di encamê de ev herêm her dem rastî gefan tê bi heman amûr û wesîleyan ku ji hêla pergalê totalîste hatin bikaranîn, rêzka jêrîn tiştê ku em şahidê wê ne îro tekez dike ku vebijareka li pêşiya civaka Sûrî ji bilî pirojeya Demokratîk nîne.