ManşêtNûçe

Aktîvkirina diyalogê rêka çareseriyê sererast û bi hêzdike

ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û girtina derî li pêşiya destwerdanên derve, divê diyaloga Sûrî- Sûrî  her dem li pêş be û were aktîvkirin, di vê  dergeh werin vekirin û deriyên din yên çareseriya siyasî werin vekirin ji ber ku tenê diyalog û li hevkirina hevpar rê dibe  aliyê çarseriyê û dema niha ji hemi demên din gonçawtire.

di vê pêvajoya nazik de pêwîstî diasta herî bilndeye. Berovajî, wê Sûriyê û herêmê ber bi çaranûseke nediyar ve bibe. Divê hemû pêkhateyên Sûriyê di hevdîtinên Sûrî-Sûrî de bin. Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê û rawestandina şer diyaloga Sûrî-Sûrî çareseriya herî guncaw e. keştiya ewlehiyê ji gelê Sûriyê re ye. Da ku rê li pêşiya dewleta Tirk û mudexeleyên derve bê girin.

Dergiha di nava Rêveberiya Xweser û dest hilata şamê de

Heyanî vê kêlîkê ti deriyê fermî di navbera Rêveberiya Xweser,û rêjîma Sûriyê de nehtiye vekirin tenê hin hev dîtin dinavbera hin rayedarên ji herdû aliyan de hatine kirin û ser astikê gelikî zirav dan û stendin hatin kirin ew jî jiber ku rêjîm hîn di hesabên xwe yê desthilat sariyê de romandike û ser vê bingehê nizîk dibe helbet Rûsyayê rolek mezin dilîze di vî alîde ku ti fişarê ser rêjîmê nake û ne ji bercewendiyê wêne ku yekser li  hevkirin bibe.

Rêvebirya xweser ji aliyê xwde Ji bo ku aloziya Sûriyê  bi şêwazekê ku ji tevahiya Sûriyê û gelê çareser bibe bi dehan car bang li Rêjîmê û kesên dibin bandora wêde kir. Her wiha biryarên cidî di vê mijarê de stendin, lê rêjîm hînjî bi çavekî din lê dinere ewjî cavên tinebûnê ye ji ber ku tenê Rêvebirya xweser xwedî hêze û bi biryarê di meydanê de.

Di vê Pêvajoyde, ji herkesî tê xwestin ku deriyê diyalogê vekie pi taybet rêjma same ji ber ku careserî li sûriyê ye ne li deverke dine jê tê xwestin ku xwedî li yekbûna sûriyê derkeve heke ku pirastî ew xwediyê yekbûnê ye dixwaze gelê herêmê hemû yekbin.

Dive rêjîm berî her tiştî xwedî biryarbe û li xwe vegere dev ji hişmendiya xwe ya yek alî berde û nîşanên xwesteka çareseriyê li pêşbixe, Divê rewşenbîr, siyasetmedar yên bi ser rêjîmê fişarê bikin û rola xwe ya di vê mijarêde bilîzin lê heyanî niha hişmendiya Baas ya nejat pereset di sere wandiye ti bêhna wek hevî, diyalok, û çareseriyê ji wan nayê.

Lewra bi vê asta herî nimz ji aliyê rêjîmê Ne pecan e ku nêzakatî û dan û stendin li pêşkeve,  lê mixabin ti rêyek din ji bilî rêka dîalokê tuneye ev jî dive bi fişarên giran were firzkirin ser rêjîme û ew têkefe bin bandorkê taybet heyanê ku ji ez ezya xwe xelasbe.

Li pêşya cave her kesiye ku tevahiya civînên li Cinev, Astana û Soçiyê lidar ketine, tu çareseriyek ji gelê Sûriyê re pêşkêş nekirin Ji ber ku ne xwediyê projeya ku aloziya Sûriyê bidawî bike û mafên gelê Sûriyê misoger bike.

Anha fetbol li qada rêjmêye. Divê ew bi Rêveberiya Xweser re ya ku bi rêjeya ji sedî 30 ji rûbera Sûriyê rizgar kiriye û bi hezaran şehîd dane, diyalogê ava bike. Ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji tevahiya pêkhateyên herêmê pêk tê û ew hêza rewa ya tekane ye ku li hember çeteyên DAIŞ û rêxistinên terorîst ên din sekiniye. Û tenê ew yek xaka sûriyê dibarêze.

Yek rêziya kurdî  û bandora li  ser çaresiryê

Ji dervî ku wê hêza kurdan li sûriyê bi hêztirbibe û rê li ber  gefên tinbûnê û dagirkeryê bêne girtin û kurd bibin hêza sereke ya çaresirya aloziya sûriyê (heke heta niha ne ewbûn yên ku ji bo aramiyê û aştiyê û yekbûna welat tekoşîn dikin) yek rêziya kurdî û fişareke mizin ser hemû aliyên ku di suriyêde bike û wê rê li ber careseriyê veke wê demê wê biryarên taybet û rase rast werin stendin ka kîjan aliî xwediyê çareseriya mafdare û aştiyaneye, wê gavê wê aliyên bê biryar qels û tinebibn û hêzên hegemun yên ser xaka sûriyê gelek hesaban bikin ji bo doza  kurd ne tenê li sûriyê.

Helbet kar û xebata rêvebirya xweser di vê mjara girîng de diyare, niha jî emê dûbare bibîrxin fotbol di qada aliyê kurd e yê ku xwe wekî dijberê rêvebriya xwesr daye naskirin.

Back to top button