ManşêtNûçe

Bi yekbûnê dê komployên li dijî gelê Kurd bên têkbirin

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger diyar kir ku bi gav û avabûna yekitiya gelê Kurd re plan û komployên dijminên gelê Kurd taybet li ser Rojavayê Kurdistanê dê werin têkbirin.

Xebatên komîteya KNK-Rojava têkildarî yekitiya niştîmanî ya kurdî û pêşî girtina metirsiyên ser Kurdan de serdana wan ji partiyan re berdewam dike.

KNK-Rojava serdana navenda TEV-DEM`ê jî kir. Komîteya ji aliyê hevserokên TEV-DEM`ê ve Zelal Ceger û Xerîb Hiso ve hatin pêşwazîkirin.

hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger çivîna di navbera wan û KNK-Rojava nirxandin.

Zelal diyar kir ku wan piştgiriya banga KNK-Rojava kir û wiha got: “Banga KNK-Rojava tekildarî yekitiyê em di çarçoveya gaveke erênî de dinirxînin. Di encama nîqaşan de me piştgirî da komîteyê. Ev 7 sal e şoreşa Rojava neyekbûna gelê Kurd wek pirsgirêk derdikeve pêş. Ev neyekbûn di aliyên partiyên siyasî de derdikeve pêş. Civak piştgiriyê dide yekitiyê. Bi gav û avabûna yekitiyê re plan û komployên dijminên gelê Kurd taybet li ser Rojavayê Kurdistanê dê werin têkbirin. Îro beriya sibe pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Însiyatîfa KNK`ê li Rojava heger bi pêş ket, dê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê jî bike. Di hemû amadekariyên KNK-Rojava de em ê cihê xwe bigirin û piştgiriya vê gava pîroz bikin.”

Back to top button