ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ji bo hevdîtina bi Ocelan re parêzeran cara 789’an selêdan kirin

Parêzerên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan bi armanca hevdîtinê bi muwekilê xwe re li Îmraliyê bikin cara 789’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Abdullah Ocalan ku ev 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Îbrahim Bilmez û Cengiz Yurekli, bi armanca bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 789’emîn serî li serdozgeriye dan.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de heta niha 788 caran serlêdan kirin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye”, “koster xerabe ye,” “koster di tamîrê de ye” “OHAL heye” û “Xala 5275’an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.

Back to top button