Bi sedan şêniyên Firatê beşdarî şahiya vekirina zanîngeha Kobanê ya nû bûn,Şahî li gundê êdiqê yê girêdayî bajarê kobanê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştire axaftin hatin kirin û li ser navê rêveberiya xweser Bekir ceradê axivî û got : em zaningeha kobanê li hemû xwendekarên xwe û gelê xwe pîroz dikin wek tê zanîn ku berê de pir zehmet bû ku kurdek bi zimanê xwe bixwîne ji ber ku rêjîmê qedexe kiribû zimanê kurdî û em li pêş tengasiyan de bûn lê îro weke win dibînin ku em bi îrade û fikir felsefeya rêber APO îro me zanîngeh xwera ava kir.
Piştre bernameyê çandî bi komên mûzîk û dîlanê bi dawî bû.