ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Hinek pêşketinên der barê “herêma ewle” de hene

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji rojnameya Ahval a tirkî re der barê “herêma ewle” de axivî û got: “Herêma ewle dê herî zêde 5 kîlometreyan di nava sînor de be. Herêmên ewle û bajar nakevin nav wê û dê ne di bin serweriya hêzên Tirkiyê de be.”

Aldar Xelîl diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê li şûna wê li ser herêma ku hêzên Koalîsyona Navdewletî dibe ku hêzên Tirkiyê jî di nava wê de hebin û bi piranî dê Ii herêmên beyar aktîf bin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ew pêşniyar bi mercê hiştina vegera sivîlên Kurd ên ku neçar mane ji Efrînê derkevin û hemû milkiyetên wan ên hatine desteserkirin bên vegerandin, hatin pêşkêşkirin. Xelîl diyar kir ku erka dabînkirina ewlehiyê divê li ser pişta hêzên herêmî yên ji şêniyên Efrînê be.

Dewleta Tirk ji çend rojan ve hêzên taybet û alavên leşkerî li herêmên sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Back to top button