ManşêtNûçe

Li pêşiya sîtemkariya hikumeta faşîst a dagirker bisekinin

“19’ê Tebaxê berbanga sibehê dewleta dagirker a Tirka li Bakurê Kurdistan ê dest avêt ser gelek malan û nêzî 500 kese destgîrkirin, her wiha bi destê waliyê mêtînger dest danîn li ser şaredariya bajrên Amed, Wan û Mêrdînê.

dest hilatdariya AKP ê bê navber li Kurdistanê kiryarên xwe yên talan, destdirêjî, kuştin û şewi

tandinê dewam dike. Bi desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin, Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker stratejîya xwe li ser tunebûna gelê Kurd avakiriye. Êrişê her deskeftekî gelê Kurd dike, ev êrîş li ser çand, aborî, polîtîk, siruşt, derûnî û leşkerî ye.

Rêxistin û partiyên kurd bang li hemû sazî, rêxistinên Kurdistanî  û NY kirin ku bi erkê xwe rabin û rê liber faşizma Erdogan ,Bahcelî bikirin .

Partiyên siyasî yên li roj ava jî bi daxuyaniyeke hevbeş bang li hemû hêzên siyasî, rêxistinên sivîl ên cîhanê û derdorên aştîxwaz kir ku li dijî sîtemkariya Erdogan û hikumeta dagirker a faşîst yekrêz bin û daxwaz ji gel kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Partiyên siyasî anîn ziman ku “Îdiayên aloziya dawîn fikrên muxalifên hikumeta AKP’ê eşkere kir”. Û bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên cîhanê û dewletên azadîxwaz dikin ku li dijî fikrên terorîstan yekrêz bin û rê li pêşiya sîtemkariya hikumeta faşîst a dagirker bisekinin û bang li gelê Kurd dikin ku asta têkoşîna xwe xurttir bikin.

Back to top button