ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên xwe Komplo şermezar kirin

Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Strasborgê bi meş û mîtingeke navendî li ser asta Ewropa hat şermerzarkirin.

Bi hezaran revenda Kurdistanê û dostên Kurdan li bajarê Strasborga Firansayê di dirûşma Azadî ji bo Rêber Apo û statû ji bo Kurdistanê kom bûn.

Ji welatên Ewropa Almaniya, Fransa, Holenda, Beljîka, Nemsa û Siwîssre bi hezaran Kurdistanî û dostên xwe doh ji bo şermezarkirina komploya navnetewî herkîn Sitrasborgê.

Wekî din kû 15 welatên Ewropa 70 kesên international ji netewên cûda beşdarî meşa dirêj bûn ji bo azadiya Rêber Apo hatin Strasborgê. Weke di wêneyan de jî diyar dibe çalakgeran posterên Rêber Apo, alên PKK, û alên hêzên YPG û YPJ her weha alên Tevgera Ciwanên Demokratîk, û ya Yektêtiya Sitar û ya Partiya Gelên Demokratîk HDP û herweha alên Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD hatin rakirin.

Pişta meşa dirêj ya dostên Biyanî kû gihiştin Stasiyona Strasborgê, Kurdistaniyên ji welatên Ewropa û dostên xwe jî hatin pêşiya wan û ew tevlî meşa wan bûn heta navenda Mîtingê. Despêkê deqeyekî rêzdarî li ser giyanê Şehîdan rawesta.

Di çalakiyê de, peyamên çendîn rêxistin û saziyên biyanî û partiyên Kurdistanî hatin pêşkêşkirin.

Di destpêka mîtîngê de çalakgerên enternasyonalîst derketin ser dikê, komploya li dijî Ocalan şermezar kirin, li ser navê gelên cîhanê Şoreşa Rojava silav kirin.

Bi deh hezara kesên ku ji bo Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin li mîtînga li qada Rûe des Vanneaûx a Gara Navenda Strasboûrgê meşiyan, li vir beşdarî mîtîngê dibin. Bi beşdariya Kurdistaniyên ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Awûstûralya, Holanda û Belçîkayê hatin mîtîngek hate lidarxistin.

Piştî meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransa ve hate organîzekirin û şûnde, mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de ji bo giyanê şehîdên şoreş û Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Di destpêka mîtînê de nêzî 70 enternasyonalîstên ku ji 17 welatan ku 1’ê Sibatê ji Luksemboûrgê bi şîara “ Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kuristanê Re Statû” dest bi meşê kiribûn derketin ser dikê. Çalakger dema derketin ser dikê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi dirûşman ve hatin pêşwazîkirin, li vir li ser navê entenasyonalîstan daxuyaniyek hate xwendin.

EM DÎLGIRTINA OCALAN QEBÛL NAKIN

Li ser navê komê çalakvanê Fransî Sarah March daxuyaniyê xwend û ragihand ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 270 km rê meşiyane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek nûnerê ji Ewrupa, Rojhilata Navîn û welatên Latînî azadiya Ocalan dixwazin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî hevpariya nirx û gelan netew dewletî, zayendperestî, faşîzm û netewperestî tê pêşxistin.

Di daxuyaniyê de qala girîngiya Ocalan a ji bo gelan hate bîrxistin û şert û mercên dîlgirtina Ocalan qebûl nakin.

TEVGERA KURDÎ JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎSTÎ WERE DERXISTIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku demokrasiya li Tirkiyê ‘hatiye têkbirin’. Bang hat kirin ku Tevgera Kurdan ji lîsteya rêxistinên terorîstî were derxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kirîmîanlîzekirina Tevgera Azadiya Kurdan, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi xwere naîne.

ŞOREŞA ROJAVA XEWNA CÎHANEKI AŞTIYANE PÊK TÎNE

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha hat gotin; “Li Sûriyeyê dagirkeriya dewleta Tirk tê ditîn. Dewleta Tirk di heman demê de piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Berxwedana Rojava ji bo mirovahiyê û ji bo cîhanekî aştiyane û wekhev pêktîne.”

Piştî daxuyaniya hevpar ji her welatî endamê koman yek bi yek welatî silav kirin. Bi zimanê Elmanî, Baskli, Îspanyolî, Îngilîz, Swîsreyî, Portekîzî, Katalan, Andalûz û çalakgerên ku ji welatên din derketin ser dîkê û bi zimanê xwe axaftin kirin.

C. M

Back to top button