Çand û HûnerHemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ji bo li tembûrê nexe rejîma Îranê tiliyên wî şikandin

Hunermendê Kurd ê Hewremanî Ador Hooyar ku evîn, bawerî û hezkirina xwe bi muzîkê tîne ziman, her çend ji aliyê rejîma îranê ve rastî îşkence, zext û astengiyan hat û tiliyên wî ji aliyê rejimê ve hatin şikandin jî dest ji evîna muzîkê bernade.

Hunermendê kurd ê Hawramanê Ador Hooyar, ku ji bo hunera xwe rastî îşkenceya Rejîma Îranê hat, tiliyê wî hatin şikandin û sirgûn bû; eşq, bawerî û hawara xwe bi muzîkê tîne ziman.
Hunermendê Kurd ê Hawramanî Ador Hooyar ku evîn, bawerî û hezkirina xwe bi muzîkê tîne ziman, her çend ji aliyê rejîma îranê ve rastî îşkence, zext û astengiyan hat û tiliyên wî ji aliyê rejimê ve hatin şikandin jî dest ji evîna muzîkê bernade. Hooyar ku ziman, çand û hunera wî hatiye qedexekirin û ji bo carek din li têlên tembûrê nexe tiliyê wî hatin şikandin, ji bo hunerek ku nehatiye keşifkirin têdikoşe. Hooyar, ku ji aliyê Rejîma Îranê ve sirgûn bû û hat Tirkiyê, bi hunera xwe ya muzîkê hewl dide; “bi riya Şeriet, Teriqet û Marifetê bighîje Heqîqetê”.
Serhildana wî li dijî neheqiyê ye
Hooyarê ku di temenê 38 salî de dişibe dewrêşan û dimêmên kevneşopiya sofîtiyê dide nîşandan, bi por û riha dirêj wekî ku ji cîhanek din hatibe nişan dide. Hooyar hêj dema zarok bû hatiye sirgûnkirin û hê 16 salî bû, rasti îşkenceyê hat û ket nava cîhana muzîka Îranê. Hooyar, bi deng û tembûra xwe ne wekî “hawara li dijî xwedê” wekî “îsyan û hawara li dijî neheqiyê” diqîre. Hooyar, niha li Enqereyê bi qursên erbane û tembûrê ne tenê muzîkê fêr dike, her wiha felsefe û dîroka jiyana muzîkê jî dide fêrkirin.
Lêgerîna heqîqetê
Hooyar ku di destpêka 2016’an de hat Tirkiye û çanda Şîî-Elewî ya mezhebê Yarsan li vir jî berdewam kir. Hooyar bi lehçeya Goranî ya Zimanê Kurdî awaz û stranên xwe diqîre û hewl dide çîrok, dîrok û jiyana gelê xwe bi van stranan belav bike. Hoyyar, diyar kir ku demek dirêj ziman û kurdbûna xwe veşart û bi awayekî dizî mezhebê Yarsan jiya. Hooyar anî ziman ku mezhebê Yarsan mezhebê “Lêgerîna bi riya Şeriat, Tarikat û Marifetê gihiştina Heqîqetê ye” û wiha got: “Muzîk di heman demê de lêgerîn û gihiştina xwedê ye. Em bêyî mezheban li ber çavan bigirin têdikoşin û lêgerina me ya heqîqetê ye. Em her kesî weki xwe dibînin. Li aliyê din em dixwazin bi baweriya xwe li Rojhilata Navîn bibin wekî mezhebekî mînak.”
Hooyar, da zanîn ku li îranê nêzî 11 milyon mirov bi çanda Yarsan dijî û wiha got: “Lê ev çand û mirov baş nayên zanîn. Ji aliyê Rejîma Îranê ve tê wêdekirin. Bi awayekî dizî çand, baweriya xwe dijîn. Wekî Tirkiye li Îranê jî li qertên nasnameya me ol wekî Îslam dinivîse. Lê tu maf tune ye. Ji ber ku hemû mafê çandê qedexe ye ev çand roj bi roj winda dibe.”
Dostê wî tembûra 70 salî ye
Hooyar ku hê biçûk bû bi dengê kozmik dest bi hunera muzîkê kir, niha bi tembûra 70 salî ruhê mîstîk ê muzîka Îranê derdixe pêş. Hooyar, li gel tembûra 70 salî çanda erbaneyê jî pêş dixe. Ew dikare li hemû amûrên muzîkê bixe, muzîkê wekî riya pîroz dibîne. Hooyar, hê 16 salî bû ji ber muzîkê hat girtin û serpêhatiyên xwe wiha got: “Ez girtim û şandim Kampên Êsîran ên Iraqê. Ez bi qatil û kaçakvanan re di heman odeyê de mam. Ez rastî işkenceya bi ceyran hatim. Tiliyên min şikandin. Min 6 mehan nekarîbû bi muzîkê eleqeder bibim. Xwestin rûmeta min û hestê min bişkînin. Ez rastî hemû neheqî û tecrîda giran hatim.”
Hooyar da zanîn ku di Diroka Komara Îslama Îranê de yekem kese ku ji ber muzîke hatiye girtin û rasti îşkenceyê hatiye û wiha got: “Min li girtîgehê koma muzîkê ava kir. Yek ji sûcê min fêrkirina muzîkê bû. Min hewl da ku di hemû qadên jiyana xwe de muzîke bi cih bikim. Ez bi muzîkê hişyar bûm û bi muzîkê razam. Min li gelek qadan konser da û ligel hemû zext û zoran min muzika xwe berdewam kir. “
Hooyar anî ziman ku ew cudahiyê naxe nava ziman, baweri û çandan û wiha got: “Xwedayê min evîn e. Rêya min Xwe Zanibe Xwedayê xwe zanibe û bigêje heqîqete.”
Hooyar da zanîn ku Tirkiye jî her ku diçe dişibe Îranê û wiha got: “Ez li vir helw didim çand û muzîkê pêş bixim û li gel astengi zor û zahmetiyan konserên biçûk didin u muzîke pêş dixin. Ez niha li vir bi hunermendek dansoz a Koreyî re ji bo xeyalên xwe têdikoşin.dihaber

Back to top button