Nûçe

Berdevkê HDS: Peyama me ewe, Sûriyê ya hemû pêkhateya ne

Berdevkê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê  Talal Silo daxuyaniyek teybet da Naveda Ragihanda PYD`ê li Ewropa, Silo di serî de ragihand ku armanc ji damezrandina HDS ewe ku diyar be gelê Sûriyê bi tev hemû pêkhateyên wê çi ji Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryanî û Turkmen be yeke, û armanca me ewe avakirina Sûriyeke demokrat û pirreng, hemû alî di anv de rêz lihev bigrin.

Silo herwiha bersiv da daxuyaniyên serokê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Xalid Xoce, Xoce ragihand bû ku her hêzeke leşkerî bi Hevbendiya Nîştimanî ve ne girêdayî be wê ne ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve be. Talal Silo li ser vê yekê got: Ma kê gotî ku Artêşa Azad Hevbendiya Nîştimanî nas dike..?? û wiha pê de çû: Li ser xaka Sûriyê Hevbendiya Nîştimanî ne xwedî bihostek axe û Artêşa Azad ji xwe Hevbendiyê nasnake. Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê ji hejmarek ji kesayetiyên bi dewletên navçeyê ve girêdayî pêk hatî û her yek nûneriya berjewendiyên wan welatan dike… ji xwe ti peywendiya wan jî bi gelê Sûriyê re nemaye.

Bi operesyona rizgarkirina devera El-Hol ve girêdayî jî, Silo ji navenda me re ragihand ku hêşta êriş bi ser çeteyên DAIŞ li deverê berdewame û ev êriş bi hevrêziya ligel hêzên hevpeymana navdewletî pêk tê, Silo  got: Em di rewşeke pir baş de ne, çeteyên DAIŞ ji bo xwe ji êrişan biparêzên dîsa serî li şêwazên qirêj didin û gelek otombêlên bombekirî bi kar tînin, lê hêzên me hişyarin û hemû otombêlên bombebarkirî, berî ku bighêjin armancên xwe diteqînin, Silo tekez li ser wê yekê kir ku ew dever wê ji çeteyên DAIŞ bête rizgarkirin û gel azad bibe.

Hêjayî gotinê ye ku HDS ji pêkhatên cuda yên gelê Sûriyê hate avakirin û ji her yek ji  hêzên Hevpeymana Ereb a Sûriyê, Encumena Leşkerî ya Sûryanî, YPG û YPJ`ê pêk tê. DYE ji aliyê xwe ve çawa ev hêz hate ragihand piştgirî lê kir û ji bo amadekariyên rizgarkirina bajarê Reqqa ji destê terorîsten DAIŞ, bi balafiran çek û teqamenî ji re rê kir.

Berdevkê Hêzên Damokratîk ên Sûriyê di dawî de daxwaz kir ku jimareyên telefonên nivîsgeha wan a ragihandinê bête balav kirin û ragihand ku ew ji aliyê xwe ve amadene ligel hemû saziyên ragihandinê di nav peywendiya de bin.

Evin jimareyên telefonên nivîsgeha ragihandinê ya HSD:

0096352368154

0096352375551

Jimara telefona Berdevkê HSD Talal Silo:

00963935060148

Viber : 00905355967676

Jimara televona Berdevkê HSD Lewend Rojava:

00963936489638

Viber : 00963936562285

N.R.PYD`ê li Ewropa

Ş.Mamo

 

Back to top button