Roja Kobanê li Hannover hate pîrozkirin
Bi mebesta pîrozkirina roja Kobanê, îro li bajarê Hannover a Almanya, welatparêzên Kurd bi tev dostên xwe, li qada Grupkê xwepêşandan li darxxistin.
Xwepêşandan di demjimêr 15.00`an de bi kêliyek rêzgirtin li ser giyana pakrewanên Kobanê û Kurdistanê destpêkir. Di çalakiyê de alên PYD, YPG,YPJ`e û pankartên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re hatin hildan.
Li ser navê PYD`ê endamê meclisê Xebat Şakir axaftin kir û wateya vê rojê nirxand. Şakir da zanîn, ev roj rojek bi rumete di dîroka tekoşina demokratîk a gelê me de, Bi berxwedan û serkeftina Kobanê, gelê me giha astek bilind û derbeyek mezin li teror û dijminê gelê me xist.
Şakir wiha pê de çû: Emê her wextî bi rihê berxwedana Kobanê bijîn û li ber xwebidin.
Di çalakiyê de her wiha, Partiya Marksist Lînînîst a Almanya jî peyam xwendin û serkeftina Kobanê wek serkeftina hemû gelê bindest nirxand. Çalakî bi slogan û dirûşman bi dawî bû.
N.R.PYD`ê li Ewropa
Şivan Kavê