ManşêtNûçe

Ayşe Hiso: Yekane rêbazê çareserkirina aloziya Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser e

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û mayîndekirina netew dewletê li ser hesabê gelê herêmê hewl dide bi hikumeta Şamê re li hev bike.

Têkildarî mijarê endama Nîvîsgeha Têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso ji ANHA re axivî.

Ayşe Hiso diyar kir ku piştî civîna sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê, Rûsya xwest dewleta Tirk û hikumeta Şamê nêzî hev bike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker jî ji bo şerê Kurdan û têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser hewl dide bi hemû dewletan re li hev bike. Ev ne tiştekî nû ye.”

Ayşe destnîşan kir ku gelek pirsgirêk û nakokî di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de hene ku nehatine çareserkirin û wiha dewam kir: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011`an de, dewleta Tirk piştgiriya oposîzyona Sûriyê kir û xaka Sûriyê dagir kir. Ev lihevkirina di radeya yekemîn de dê zirarê bigihîne hikumeta Şamê.”

Ayşe Hiso bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk a dagirker li herêma Rojhilata Navîn da ku xakê dagir bike û projeya Mîsaqî Millî pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna projeya Mîsaqî Millî dê her tiştî bike. Lewma divê hikumeta Şamê bizane ku çi lihevkirinên bi dewleta Tirk re dê bibe sedema îflaskirina wê.”

Ayşe wiha pê de çû: “Piştî civîna Tehranê Rûsya xwest dewleta Tirk bi fermanên wê tevbigere û li pêşiya NATO û Amerîkayê ji bo berjewendiyên wê kar bike. Dewleta Tirk ber bi hilweşandina aborî û siyasî ve diçe, ger Rûsya karîbû lihevkirina di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê pêk bîne dê aloziya Sûriyê kûrtir bibe.”

Ayşe Hiso bi domdarî got: “Siyaseta dewleta Tirk ne zelal e, geh bi Rûsya, geh jî bi Amerîkayê re ye. Di heman demê de bi Yewnanistan û Sûriyê re jî bi nakok e û piştgiriya Îxwan El Muslimîn dike. Bi vî awayî ew ê negihêje çareseriyê yan jî naxwaze bigihêj, lê belê ji bo misogerkirina berjewendiyên xwe dixwaze şer dewam bike.”

Têkildarî rola dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de Ayşe Hiso ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk bi îdiaya ku projeya Rêveberiya Xweser Sûriyê parçe dike, ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdan kir û  piştgiriya opozîsyonê kir. Her wiha bi bihaneya ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo parçekirina Sûriyê ye, rasterast xaka Sûriyê dagir kir. Lê di rastiyê de Rêveberiya Xweser herêm ji çeteyên DAIŞ rizgar kir û parastina xaka Sûriyê ji dagirkeriyê kir.”

Ayşe anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker demografiya herêmên dagirkirî guherandiye û bi ser xaka xwe ve kirin mîna Lîwaa Îskenderon û got divê hikumeta Şamê bizane ku dweleta Tirk ji herêmên dagir kirine dernakeve û dixwaze projeya Osmanî Nû pêk bîne.

Endama Nivîsgeha Têkiliyên PYD`ê şaxê Helebê Ayşe Hiso da zanîn ku ne mumkin e ku gelê Sûriyê vegere wek beriya 2011`an û piştrast kir ku yekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser e.

Back to top button