ManşêtNûçe

Ayşe Hiso: Maseya diyalogê bêyî nûnerên rast nayê qebûlkirin

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kiriye, siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Meteryalên bi zimanê tirkî ferz kiriye û demografiya herêman diguhere. Her wiha bazara li ser dosyaya Idlibê dike.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso derbarê sedem û idiyayên siyaseta tirkkirinê li herêmê, şêwazên çareseriyê û rewşa parêzgeha Idlibê ya Sûriyê ji ANHA`yê re axivî.

DIRÊJKIRINA ALOZIYÊ

Ayşe Hiso di destpêkê de wiha axivî: “Heger mirov bixwaze aloziya Sûriyê bi giştî analîz bike wê bibîne ku Sûriyê roj bi roj rêya çekdariyê bi taybet di sala 2021`an digre.”

Ayşe Hiso der barê armanca lidarxistina kongreyên weke Cinêv û Astana ev tişt got: “Dema mirov behsa Cinêv dike nikare mijara Astanayê ji bîr bike. Ji ber ku naveroka Cinêv ji bo parastina Astana û dirêjkirina wê ye. Li vir mirov dibêje çima?. Ji ber plana mijarê di Astanayê de dema ku di navbera her sê aliyan de (Rûsya, Tirkiyê û Îran) di Astanayê de hate kirin  ku şer gûrkirî bihêle û temenê wê dirêj bike.”

Ayşe Hiso wiha domand: “Ji ber wê mirov dikare bêje ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve opoziysona Sûriyê hembêz kir, bi hemû rêbaz û şêwazan destek da wê da ku zemînekê ji bo planên xwe yên dagirkirina herêmê ava bike û bi lihevkirina Astanayê temenê şer dirêj bike.”

POLÎTÎKAYÊN TIRKKIRINÊ

Girêdayî mijara siyasetên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî Ayşe Hiso ev tişt got: “Em hemû rewşên bajarê Bab, Ezaz, Idlib û Cerablusê zanin. Rewşa Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî jê ne dûr in. Ev plana ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin ku dagirkirina xwe berfireh bike, sînor bi armanca vejandina împratoriya Osmanî xêz bike. Ev yek jî AKP`ê di daxuyaniyan serokê wê Recep Tayyîp Erdogan de, diyar dibe.”

Ayşe Hiso destnîşan kir ku tevlîheviya ku li bajarê Idlibê diqewime, encama siyasetên helandin û pijavtina çandî ne ku dewleta Tirk li hemû herêmên dagirkirî pêk tîne çi ji ferzkirina zimanê tirkî be, rakirina ala dewleta Tirk, guhertina navên resen û binavkirina navên tirkî li wan.

Ayşe Hiso behsa mijara vekirina zanîngeheke tirkî li ser xaka Sûriyê kir û diyar kir ku ev gav ne ji bo destekdayîna opozisyonê an jî çareserkirina aloziya Sûriyê ye, lê belê armanc jê temamkirina polîtîkayên tirkkirina herêmê ye.

Ayşe Hiso wiha pêde çû: “Sedema ku aloziya Sûriyê heta niha çareser nebûye, siyaseta dewleta Tirk û rola wê ya neynî li herêmê ye. Em rewşa Efrînê weke mînak bidin; guhertina demografî gihaştiye asteke pir xeter. Herêmên din jî yên ku dewleta Tirk destweredana wan di bin navê parastina herêmên Sûriyê û avakirina hawirdorekê ji bo parastina opozisyonê kir lê di rastiyê berovajî vê yekê bû.”

Li ser tişta ku di vê pêvajoyê de tê xwestin, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ev nirxandin kir: “Tişta ku tê xwestin ew e ku em rastiya hêzên ku destwerdana Sûriyê dikin nas bikin û siyaseta xwe li gorî wê diyar bikin. Ji roja destpêkê ve em dibjin na ji dagirkeriyê re, na ji guhertina demografî re, li ser vî esasê em têdikoşin. Wekî PYD’ê  li şûna siyasetên hikûmeta Şamê û opozisyona ku bi fermanên dewleta Tirk dixebite, em bi siyaseta dest pê kir û em li ser erdê dixebitin. Ji ber vê yekê ji hemû aliyan de li dijî me êrişên têne kirin, ji ber ku em nûnertiya aliyê demokratîk dikin. Lê tu projeyên aliyên din ên  danûstandinê tunene, ev jî sedema sereke a binketina kongeyên weke Cinêv û gerên wê de ye.”

‘MASYA DIYALOGÊ BÊYÎ NÛNERÊN RAST NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Ayşe Hiso behsa kongeyên ku bêyî beşdarbûna nûnerên gel têne lidarxistin kir û wiha got: “Kesên ku li ser masyê rûniştin ne ji bo berjewendiya Sûriyê an çareserkirina aloziyê dan û standinan dikin. Lê belê berovajî wê bû, her yek ji wan ji bo berjewendî û hebûna xwe li herêmê xebitî. Ji tevlîheviya li herêmê sûd digrin. Diyalogên ku bêyî Rêveberiya Xweser û nûnerên hêzên ku terorîst li ser xaka Sûriyê têk birin, parastina nirxan kir, bawriya navneteweyî di çerê li dijî DAIŞ`ê de girt, bi ser nakve û alozî dê bê çareserî dewam bike.”

‘DOSYAYA IDLIBÊ RÊYA REVA JI ALOZIYANE’

Ayşe Hiso di axaftina xwe de behsa aloziya Idlibê, sewqiyetên hêzên leşkerî yên dewleta Tirk, gotegotên der barê şerekî xeter û leşkerî li herêmê kir û wiha got: “Ew berdewamiya şanoya Astanayê ye. Rewşa heyî li wê derê li ser esasê razîkirina aliyê din e.”

Ayşe wiha domand: “Dewleta Tirk derbasî pêvajoya tevlîheviyê bûye bi taybet di sala 2021`an de. Piştî guhertina ku di qada navneteweyî de çêbû nikare di siyaseta xwe ya heyî de bi Rûsan re berdewam bike û nikare têkiliya xwe ya bi NATO`yê re qut bike bi taybet bi Amerîka re. Her wiha rewşa hundirîn a dewleta Tirk tevlîhev e. Ji ber wê jî bi dîktatoriyet û binpêkiran danûstandinê bi gel re dike.”

Ayşe Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk berê xwe dide dosyaya Idlibê da ji pirsgirêkên xwe bireve û ji ber wê jî propegenda projeyên xwe dike da ku çavan ji ser pirsgirêkên din bigre.

Ayşe Hiso tekez kir ku gelê Sûriyê şaştî û rastiyê ji hev derdixe, dagirkirinê, alîgirên wê, siyasetên dewleta Tirk red dike û wiha domand: “Berxwedana ku li Efrînê çêbû heta niha li kantona Şehbayê di pêngava duyemîn de didome, berxwedana Serêkaniyê di kampa Wasûkanî de didome û ji bo têkbirina plana dewleta Tirk divê berxwedan di hemû aliyan de dewam bike.

Di dawiyê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Ayşe Hiso texmîn kir ku dosyaya tevlîhev a Idlibê ji ber gihaştina lihevkirinan û derbasbûna herêmê di nava tevlîheviyê re, biteqe.

Back to top button