ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Armanca êrişa Hewlêrê ew e ku Başûrê Kurdistanê bi rêzegefan re bimîne

Duh bi şev 3 topên hawanê li dora Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ketin. Li ser bûyerê tevgera hêzên ewlekariyê zêde bû û hin rêyên li derdorê hatin qutkirin.

Koma bi navê ‘Seraya Ewliyaa El-Dem’ êrişa li dijî baregehê girt ser xwe û got me “dagirkeriya Amerîkayê” li Iraqê kire hedef, lê belê tu delîl li ser îdiayên xwe nedan.

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivisî: “Ev kar cihê şermezarkirinê ye. Armanca ji vê êrişê ew e ku Başûrê Kurdistanê di nava rêzegefan de bimîne û bi şantajê re rû bi rû be.”

Xelîl her wiha selametî ji hemû birîndarên êrişê re xwest.

 

ANHA

Back to top button