ManşêtNûçe

Rojnamevana ji Îtalyayê: Ocelan banga azadiyê, paratsina ekolojiyê û şoreşa jinan kir

Li Ewropa û Afrîkayê gelek hemleyên ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, ji wan hemleya komkirina îmzeyan li Îtalyayê bû.

Benedetta Argentieri Komploya 15`ê Sibata 1999`an li dijî rêber Abdullah Ocalan wiha nirxand: “Di ser girtina Abdullah Ocalan li Kenyayê re 22 sal derbas bûn, ew ji bo darizandinê birin Tirkiyê. Ji beriya 22 salan ve, rêber Ocalan di mercên xeternak de dijî.”

Benedetta têkildarî hemleya li Îtalyayê dest pê kiriye, wiha got: “Bi nêrîna min, hemleya “The moment is now” ku li Îtalyayê dest pê kir, gelekî girîng e, ji ber ku dem hatiye ku rêber Abdullah Ocalan bê berdan.”

Benedetta îşaret bi helwesta welatên Ewropayê û endamên NATO`yê kir û got: “Pirsgirêk ew e ku netewedewletên wekî dewletên Ewropayê, DYA û hemû dewletên NATO`yê hîna piştgiriya wê yekê dikin ku serokê bi milyonan mirovan hîna di van mercan de dîl e. Hemû netewedewletên ku sûcên dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd lê belê li dijî hemû pêkhateyan dibînin, piştgiriyê didin Tirkiyê. Ev tiştekî demogojîk e.”

Rojnamevana îtalî nakokiya di navbera daxuyaniyên welatên Ewropayê û kiryarên wan de bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gelek caran dît çawa welatên Ewropayê û welatên NATO`yê dibêjin ew banga mafên mirovan, demokrasiyê û azadiyê dikin. Lê di rastiyê de ev yek ne rast e û li ser erdê pêk nayê. Ev du rêwîtiyên ji hev cuda ne. Bi nêrîna min girîng e ku dan û standina bi girtiyekî siyasî wekî Abdullah Ocalan re ya di 22 salan de, bê nîşandan.”

‘OCALAN BANGA AZADIYÊ, PARASTINA EKOLOJIYÊ Û ŞOREŞA JINAN KIR’

Benedetta piştrast kir ku divê piştgiriya hemleyên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan, bê kirin û wiha domand: “Li Ewropayê gelek tevgerên mîna ‘Long march’ hene, li Almanyayê jî hene, dibe ku wekî wê li Spanya, Fransa û Îtalyayê jî hebin.

Ez welatiya Îtalyayê me. Hemleya komkirina îmzeyan li Îtalyayê ji bo azadkirina birêz Ocalan e. Dê îmzeyên bên komkirin, radestî NY`yê bên kirin.

Di qonaxa yekemîn a hemleyê de, îmzeyên rewşenbîr, siyasetmedar û kesên din ên banga azadiyê û nirxên mirovî dikin, tên komkirin. Ev yek hemwextî hemleya din a li Başûrê Afrîkayê tê kirin. Her du hemle armanc dikin, bi hev re îmzeyan radestî NY`yê bikin.

Di 22 salên li girtîgehê de, Ocalan ji bilî xwestina azadiyê, parastina ekolojiyê û şoreşê jinan tiştek nekir. Ev nirxên pir girîng in. Wateya vê yekê çi ye? Dewleta Tirk ji çi ditirse? Divê xelk ji bo pêşerojê rastiyê fêm bikin.”

‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK BINGEHA NETEWEDEWLETÊ DERBAS KIR’

Rojnamevana îtalî bal kişand ser girîngiya fikirên rêber Abdullah Ocalan di aliyê xilasbûna ji belaya netewedewletan de û ev nirxandin kir: “Abdullah Ocalan di girtîgehê de gelek pirtûk nivîsandin û bingeha civakeke nû ya bi navê ‘konfederalîzma demoratîk’ danî. Bi wê yekê bingeha netewedewletê derbas kir û bûye çareya hemû aloziyên heyî wekî aloziya ekolojiyê, aloziya demokrasiyê û aloziya nûnertiyê.”

Benedetta diyar kir ku gelek mirovên li çar hêlên cîhanê dibînin ku çareserî li ser van bingehan girîng e û netewedewletên li Ewropayê ji wê yekê ditirsin, ji ber ku hewl dide civakê ji nû ve birêxistin bike. Benedetta wiha lê zêde kir: “Ji lew re, ew dest di bûyerên li Tirkiyê rû didin û bi taybetî kiryarên li girtîgehê li dijî Ocalan, wernadin. Bi rastî, li Îtalyayê gelek tevgerên ku dixwazin rêber Abdullah Ocalan rizgar bibe, hene. Li kêleka vê hemleyê, komeke parêzeran heye ku ji bo azadiya Ocalan tê dikoşin.

Ocalan mafê penaberiya siyasî li Îtalyayê standiye, ew dikare biçe Îtalyayê û li wir bijî. Sala 1999`an beriya ku ew biçe Kenyayê, ji bo bidestxistina penaberiya siyasî daxwaznameyek pêşkêş kir, lê belê neçar ma ku derkeve. Koma parêzeran ku me behsê kiriye, hewl didin wê yekê biguherin.”

Benedetta piştrast kir ku gel banga bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan dikin û wiha domand: “Bi saya şoreşa Rojava fikirên konfederalîzma demokratîk belav bûn. Li ser wê yekê gelek kesan dest bi zexta li ser hikumetan kir. Lê pirsgirêk ew e ku heta niha em di çarçoveya têgeheke nû ya pir sext a delwletê de ne. Her wiha ji ber rewşa koronayê, gelek kes nikarin dakevin qadan û xwepêşandanan li dar bixin. Lê di rastiyê de, gel banga wê yekê dikin, ji ber ku dibînin ku zilm li rêber Ocalan tê kirin.”

Benedetta destnîşan kir ku helwesta gel û helwesta aliyên fermî li Ewropayê pir ji hev cuda ye û bi domdarî got: “Dewlet û gel pir ji hev qut in. Ji bo koma parêzeran ku parastina Ocalan dikin jî, doza PKK`ê veguhastin Strazburgê.

Li gorî lîsteya terorê, PKK di nava rêxistinên terorê de ye lê belê li Strazburgê hikumek heye ku dibêje PKK ne rêxistineke terorîst e, lê parçeyekî şerker ê şerê navxweyî yê niha li Tirkiyê ye. Ew hîna di lîsteya terorê de ye, divê ev yek ji bo tevgerê bi xwe bi dawî bibe, da ku rêber Ocalan azad bibe û qonaxeke nû dest pê bike.”

Rojnamevana îtalî Benedetta Argentieri destnîşan kir ku siyaseta Ewropayê li gorî berjewnediyên aborî tê meşandin û wiha dewam kir: “Gelek têkiliyên Ewropayê bi Tirkiyê re hene, hin têkiliyên aborî ne û hinek jeosiyasî ne. Ji ber van têkiliyan tu helwestê li hemberî wê nîşan nade.

Helbet, doza herî girîng Abdullah Ocalan e. Lê belê em dibînin ku dewleta Tirk zordarî û çewisandinê li dijî endamên parlamentoyê yên girtî dimeşîne. Her wiha geke rewşenbîr, rojnamevan û her kesekî Kurd be tê girtin. Ev zordarî ye.

Tirkiyê bûye sîstemek ku her kes behsê dike, her kes diaxive lê tu kes tev nagere. Ev tiştekî pir demogojîk e. Mînak, Îtalya û Spanya dibêjin ku ew ê firotin, kirîn û peymanên aborî û çekan rawestînin, lê wiha nakin. Dema ku dewleta Tirk êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir, welatên Ewropayê êriş şermezar kirin û got ew ê ji ber zexta li gel bazirganiyê bi Tirkiyê re rawestînin. Lê belê piştî 6 mehan careke din dest bi bazirganiyê kirin. Brîtanyayê jî bi Tirkiyê re peymanek bi nirxê 25 milyar dolar îmze kir, ew jî peymaneke mezin e.”

ANHA

Back to top button