ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Amadekariya operasyonek pir fireh tê kirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi armanca rizgarkirina temamiya Dêrazorê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, pêngava Bagera Cizîrê dabû destpêkirin. Di dema operasyonê de jî dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê kiribû û kanton dagir kiribûn. Li gorî agahiyan, QSD ê amadekariya operasyona rizgarkirina Efrîn, Cerablus û Ezazê dike.

QSD ê ku piştî bidawîkirina pêngava ‘Bagera Cizîrê’ û piştî gelek hevdîtinên bi hêzên navneteweyî û heremî re, amadekariya operasyoneke berfireh bike.

Weke tê zanîn Dewleta tirk piştî lihevkirina bi Rûsyayê re û bi tifaqa çeteyên DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam, El Qaîde re, di 20’ê çileyê de bi çekên giran êrîşî kantona Efrînê kiribû. Di encama êrîşê de komkujiyên mezin hatin kirin, mal û milkê gel hat talan û wêrankirin û Efrîn hate dagirkirin. lihevkirina DYA û Rûsyayê ku destûra dagirkirina Efrînê da dewleta Tirk, niha jî ketiye nava nakokiyan.

Têkildarî mijarê çavkaniyên ji QES’ê jî piştrast kir ku ihtîmala operasyoneke berfireh heye. Çavkaniya leşkerî diyar kir ku ji bo operasyoneke berfireh hevdîtinên wan ên bi hêzên cur bi cur re berdewam dikin. Çavkaniyê got ku hevdîtinên wan ber bi encamê ve diçin. Çavkaniya leşkerî got ku dibe ku Bab’ê jî bixin nava sînorên operasyonê.

Back to top button