ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Armanca Erdogan şikandina vîna gelê kurd e

Sekrêterê Partiya Çepgir a Kurd Salih Gedo der barê êrîş û tehdîtên dewleta Tirk, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî vîna gelê kurd êrîşî Bakur û başûrê Kurdistanê dike, tehdîdan jî li Rojavayê Kurdistanê dike, ev êrîş û tehdît ji hev ne qut in û armanca wan şikandina vîna gelê kurd e û Li dijî wan êrîşan pêwîst e dewletên navneteweyî êdî ji Erdogan re bibêjin biskine”.

Gedo,  bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk a dagiker êrîşên xwe li ser axa Kurdistanê xurt kirine. Armanca wan deskeftî û şikandina vîna gelê kurd e. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê diyar dike ku bi wan êrîşan Erdogan dixwaze di hilbijartinên 24 Hezîranê de bi ser bikeve. Li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bêdengiya dewletên navneteweyî berdewam dike. Tevî hemû daxuyanyên Serok Wezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî lê artêşa Tirk a dagirker dagirkeriya xwe ji xaka başûrê Kurdistanê re didomîne. Erdogan dibejê ku 30 km ez derbasî axa Başûrê Kurdistanê bûm. Pêwîst e dewleta Iraqê li dijî planên Erdogan û derbasbûna wan bisekine.”

Gedo, bedngiya dewletên navnetewî jî wiha nirxand, “Ev bedengiya dewletên navnetewî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk diyar dike ku planên wan ye nû derdixê hole. Çawa li Efrînê de li hev kirin û êrîşên hovanê re bedeng bûn li Başûrê Kurdistan de jî bê deng dimînin. Heke dewletên navnetewî bêdengiya xwe li êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser Minbic, Efrîn û başûrê Kurdistanê berdewam bikin we pêşiya pisgirekên Rojhilata Navîn kûrtir bikin.  Her wiha mimkun e ku hemû gelê Rojhilata Navîn rabin ser piyan û li dijî wan êrîşê dewleta tirk û bedengiya dewletên navnetewî derbikevin”.

Gedo, diyar kir ku binkeftina Erdogan di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de jibo hemû gelan teybet gelê Rojhilata Navîn re serkeftinêke pir mezin be, Dîktatorî û rejîma faşîst dê li  pêşiya îrade û yêkitiya gelan têk here.

Gedo,di dawiya axaftina xwe de got: ” di vê Li dijî êrîşan yekitiya gelan Li pêşkeve da ku dagirkeriyê bide sekinandin”.

 

Back to top button