Enqere û rewakirina dagirkeriya Tirkiyê li Başûr
Siyasetmedar û Nivîskar kurd Şêrzad Yezîdî, destnîşan kir ku li gundekî di bin serweriya PDK`ê de mayîna leşkerên artêşa Tirk tê wateya rewakirina dagirkeriya Tirkiyê ya Başûrê Kurdistanê ye.
Yezîdî di bê je,” Ji salan ve mayîna artêşa Tirk a dagirker li( herêmên PDK`ê) ne tiştekî veşartî ye. Di van mehan de Tirkiyê Efrîn dagirkir û gef dixwe ku Şengal, Mexmûr û Qendîlê dagir bike. Tirkiyê bi razîbûna PDK`ê 30 km ji xaka herêma Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Pîlansaziyên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê û Iraqê û bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ber çava ye.
Çima çûyîna Tirkiyê ya gundekî Kurdan li Başûrê Kurdistanê tê rewa kirin. Dema ku hêzên leşkerî yên Tirk bi çekên xwe yên giran rehet dikevin gundên Başûrê Kurdistanê ev tê wateya ku dagirkeriya wan asayî ye û tê rewa kirin.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi wan çekên xwe yên giran şerekî taybet li ser gelê Başûrê Kurdistanê dide maşandin û dixwaze çavên wan bitirsîne. Şêniyên wî gundî jî ji neçarî artêşa Tirk a dagirker pêşwazî kirin û bi wan re xwarina fitarê xwarin”.