EFRÎN – Cotkarên navçeyên Raco û Mabeta dest bi berhevkirina berhema kerezê kirin û derbasî bazaran kirin.
Li herêmên çiyayî wekî gundên Belalîko, Elbeskî, Elbtaniya, Hec Cemala, Çeqmaq, Cincaliya, Elmendar, Zarîko, Cobana û Qasim, berhema kerezê tê çandin.
Cotkarên navçeyên Raco û Mabeta dest bi berhevkirina berhema kerezê kirin û li bazaran her kîloyekê li gorî qalîteya wê bi buhayê di navbera 700-800 L.S de difiroşin.
Cotkaran anîne ziman ku berhema kerezê di salên 80′î li Kantonê tê çandin.
(mm)