Çand û HûnerManşêtNûçeyên Lezgîn

Pirtûka ‘Çirûskek ji berxwedana Kobanê’ derket

Pirtûkeke çîrokan bi navê “Çirûskek ji berxwedana Kobanê” ji Weşanên Aryen derket.

Kobanî ku di nav dilê kurdan de ciheke wê ya taybet heye bi berxwedane gotina xwe got lê bi wêjeyê wê hê gelek carî bibêje. Heta niha hin belgefîlm li ser Kobanî hatine kişandin, niha pirtûk jî têne nivîsandin. Yek ji wan jî pirtûka çîrokan “Çirûskek ji berxwedana Kobanê” ye. Pirtûk ji Weşanên Aryen derket. Di pirtûkê de Aras Hiso, Ednan Hesen; Heysem Mislim, Cîhan Hesen, Ridwan Deharo, Şivîn Ehmed, Selam Mislim, Sozdar Mehmûd, Zîlan Hemo, Rodîn Mihêdîn, Nisrîn Kenan û Mihrîvan Beyro li ser Kobanî çîrok nivîsîne û çîrokên wan di vê pirtûkê de hatine weşandin.

Ji bo pirtûk nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv pêşekek nivîsiye.

Yûsiv wisa gotiye, “Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Her wisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de, belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de.”

Yûsiv di dawiyê de jî ev yek lê kiriye: “Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na, lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke.”

Wekî notek li ser navê Kobanî: Di nav kurdan de wekî navê Kobanî ku bi “ê” yan “î” bi dawî dibe de niqaşek heye, weşanxaneyê wekî “Kobanê” bi nav kiriye, lê pir jî wekî “Kobanî” bi nav dikin.

– Çirûskek ji berxwedana Kobanê / Weşanên Aryen / 144 rûpel / adar 2017

J: Diyarname

Back to top button