ÇalakîManşêt

Şandeya partiya me serdanên partî û hêzên siyasî yên Sûrî didomîne

Şandek ji nivîsgeha ragihandin û lêkolînê û nivîsgeha têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de, duh 23îê Mijdarê, serdana Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya El-Wîfaq, Desteya Hevrêziya Niştimanî û Tevgera Guhertina Demokratîk kirin, di çarçoveya danasîna kampaniya meclisa medyaya elektronîk a Kurdistanê û vexwendina wan ji bo beşdarî vê kampaniyê bibin, ji bo rakirina lîsteya terorê ji Partiya Karkerên Kurdistanî.

Şande ji hevserokê nivîsgeha ragihandin û lîkolînê Qehreman Mamed, hevseroka nivîsgeha têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk Rohat Mela Xelîl û rêveberê nivîsgeha ragihandin û lîkolînê  li herêma Cizîrê Ednan Ferman pêk hat.

Derbarê serdana Partiya Biratiya Kurdistanê de, ji aliyê endama nivîsgeha Siyasî Zerga Osman û nûnerê Partiya Biratiya Kurdistanê yê rêveberê meclisa Qamişlo Xalid Elî ve hatin pêşwazîkirin.

Derbarê serdana wan bo Partiya El-Wîfaq jî ji aliyê sekreterê Partiyê Fewzî Şenkelî û endama Komîteya Navendî Emel Xelîl ve hatin pêşwazîkirin.

Ji aliyê Desteya Hevrêziya Niştimanî, Tevgera Guhertina Demokratîk pêşwaziya şandeya partiya me kirin û di pêşwaziya wan de endamê nivîsgeha Siyasî û serokê şaxê Desteya Hevrêziya Niştimanî, Tevgera Guhertina Demokratîk Elî El-Sead, endamê nivîsgeha siyasî û nivîsgeha têkiliyan Xelef Daûd, seroka nivîsgeha jinan di desteyê de Xensa El-Hemûd û endamê serokatiya şaxê serokê desteya nivîsgehê Dirar EbdulRahma.

Armanca serdanê ew bû ku li ser girîngiya kampanyaya elektronîk a ku Partiya Yekîtiya Demokratîk, nivîsgeha ragihandin û lêkolînê re pêk bîne, ji bo misogeriya mafê derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê û misogeriya mafên gelê Kurd li gorî maf û peymanên mirovî û navneteweyî, axaftin hatin kirin.

   

Back to top button