ManşêtNûçe

Nivîskarê misirî: Kurdan di şerê li dijî DAIŞ`ê de gelek fedakarî kirin

Îro (23`ê Mijdarê) nivîskarê ji Misirê Fethî Mehmûd di rojnameya Ehram a Misirê de bi sernavê “Kurd û berjewendiyên hevpar ên li dijî wan” gotarek weşand.

Nivîskar di gotara xwe de behsa kampanyaya ji bo derxistina PKK ji ‘lîsteya terorê’ kir û wiha got: “Ev metirsiyên kurdî hemwextî destpêkirina însiyatîfa adaleta navneteweyî ji bo Kurdan a ji aliyê 29 kesayetên navneteweyî yên navdar ve pêk hatin, armanca însiyatîfê ew e ku bang li Meclisa Yekitiya Ewropayê bikin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxe. Li ser esasê ku çareseriya aştiyane û siyasî ya doza kurdî şertê yekemîn ê mayîndekirina demokrasiyê û îstiqrarê li Rojhilata Navîn bi rêya diyalogê û dan û standina bi beşdariya hemû aliyan e, nexasim piştî rola ku PKK`ê di şerê li dijî DAIŞ`ê de lîstiye û rizgarkirina bi hezaran êzidiyên li çiyayê Şengalê ku di encamê de gelek şervanên partiyê şehîd bûn.”

Mehmûd îşaret bi rola dewleta Tirk a xistina PKK’ê di lîsteya terorê de kir û wiha dewam kir: “Tirkiye ku endama NATO`yê ye, sala 2002`yan xwest PKK’ê bixin lîsteya terorê ya YE`yê. Ruxmî wê jî, Dadgeha Edaletê ya Ewropayê sala 2018`an got PKK di navbera salên 2014-2017`an de bi neheqî di lîsteya terorê ya YE`yê de hatiye hiştin. Her wiha got biryara Amerîka û Yekitiya Ewropayê (YE) di vê derbarê de nespartibûn daneyên objektîf. Di 4`ê vê Mijdarê de jî parlamanterekî koma APPG a Brîtanyayê –ku parlamanterên ji gelek partiyan di nav de hene- banga rakirina qedexeya li ser PKK`ê kiribû û PKK wekî nûnera gelê Kurd bi nav kiribû, nexasim ku welatên Rojhilata Navîn PKK’ê wek rêxistineke terorîst nabînin.

A rast, Kurd her tim bûne qurbaniyên berjewendiyên herêmî û navneteweyî yên hevpar li dijî wan. Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn û têkçûna dewleta Osmanî, dan û standinên navneteweyî li Fransayê pêk hatin da ku ji nû ve erdê dewleta Osmanî parve bikin. Dan û standin sala 1920`an bi Peymana Sevrê bi dawî bû ku bû kevirê yekemîn ê avakirina Rojhilata Navîn a nû li gorî berjewendiyên dewletên mêtinger, bi taybet Brîtanya û Fransa ku piştre bi rêya Peymana Sykes-Picot serweriya li ser welatên herêmê parve kirin. Doza kurdî di Peymana Sevr de cihekî girîng girt, armanc jê avakirina dewleteke Kurdan a serbixwe li Kurdistana Tirkiyê bû, eger bixwazin dikarin Kurdên li Kurdistana Iraqê jî tev lê bibin. Lê belê Mistefa Kemal Ataturk ev peyman qebûl nekir, ji ber tirsa ku dewleta Tirk tikiliyên xurt bi Yekitiya Sovyetê re deyne, helwesta welatên Ewropayê jî hate guhertin.

Ji ber wê yekê, gelek şoreş û tevgerên berxwedanê yên Kurdan rabûn û di serî de PKK. Ruxmî wê jî Ocalan ji bo dîtina çareyeke demokratîk ji doza kurdî re zêdetirî 9 caran şer rawestand. Yek ji wan di sala 2013`an de agirbest hate ragihandin û Ocalan bang li partiyê kir ku ji herêmên Tirkiyê vekişe. Her wiha di sala 2015`an de Ocalan bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hewl didin bigihêjin biryareke dîrokî da ku çareseriyeke demokratîk were dîtin, şer bi dawî bibe. Ocalan bang li alîgirên xwe kir ku çekan deynin ji bo bidawîkirina aloziyê li şûna şer danûstandina siyasî pêk bînin, her wisa gelek însiyatîfên din ên bi wê rengî pêşkêş kirin. Lê belê ji ber serhişkiya Tirkiyê û lihevnehatina berjewendiyan li herêmên Kurdan li Sûriye û Iraqê û ji ber ku welatên rojavayî girîngî didan berhemên binerd yên petrolê û yên xwezayî li herêmên Kurdan, ew hewldan bi bin ketin.”

‘KURDAN DI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ`Ê DE FEDAKARIYÊN MEZIN KIRIN’

Nivîskar Fethî Mehmûd destnîşan kir ku Kudan di şerê li dijî DAIŞ`ê de fedakariyên mezin kirine û got: “Kurdan di şerê li dijî DAIŞ`ê de gelek fedakarî kirin û neçar kirin ku ji herêmên li Sûriyê û Iraqê dagir kirine, vekişin. Her wiha projeya Rêveberiya Xweser li wan herêman bi ser xistin ku têgeha neteweya demokratîk a Ocalan ji xwe re esas girt û dûrî têgeha cudakariya ji dewletê ket. Her wiha fikra federalîzm an konfedralîzmê ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk û bingehîn, red nekir. Ji ber ku federalîzm rê li pêş rêvebirina civakê ji aliyê civakê bi xwe ve bi awayekî demokratîk vedike. Projeya federaliyê û konfederaliya demokratîk a ji civakan ji xwe re kir bingeh û wekî çareseriya bingehîn a hemû dozan bi pêş de dibe.

Her wiha teqeziyê li ser bingehê naskirina îradeya Kurdan wekî neteweyekê ku karibe xwe bi xwe bi rêve bibe, ji aliyê dewletê ve dike. Ruxmî ku li seranaserê cîhanê girseyeke mezin alîgiriya doza kurdî dike jî, lê her tim di komîteyên piştgiriyê de ku kesayetên cîhanî yên cuda beşdar dibin, hîna metirsiyên ji lîstoka berjewendiyên hevpar ên li dijî Kurdan heye.”

ANHA

Back to top button