ManşêtNûçe

Civîneke sêalî di navbera Rêveberiya Xweser, QSD û MSD’ê de hat lidar xist

Bi amedebûna rêveberên MSD`ê, Rêveberiya Xweser û QSD`ê ji bo nîqaşkirina astengiyên li pêş herêmê, MSD`ê civînek li dar xist. Di civînê de ji bo xurtkirina rola saziyên her sê aliyên beşdar, çareserî hatin pêşkêşkirin.

Civîn ji aliyê hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş ve hate birêvebirin û tê de girîngtirîn dozên stratejîk ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên li ser hemû astan ên li pêş herêmê hatin nîqaşkirin û ji bo xurtkirina rola saziyên her sê aliyên beşdarî civînê bûne, çareserî hatin pêşkêşkirin.

Di civînê de her wiha fermandarên Meclisa Leşkerî ya QSD`ê, endamên Desteya Serokatiyê ya Rêveberiya Xweser û Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê beşdar bûn.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî jî behsa astengiyên ewlehiyê û leşkerî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, nexasim gefên dawiyê û provokasyonên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li ser sînor û eniyên şer. Her wiha behsa hedefgirtina hewayî û bejahî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî sivîlan kir û da zanîn ku ev yek derfetê dide şaneyên DAIŞ`ê ku careke din aktîf bibin.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya pabendbûna rêkeftinên navneteweyî û herêmî yên ku bi aliyên cuda re hatine îmzekirin û ya herî girîng rêkeftina “herêma bêçek”.

Her wiha Ebdî bal kişand ser têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û şaneyên wê, her wiha şerê li dijî ramanên tundraw, xebata hevbeş û berdewam li gel aliyên navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ji bo gihîştina çareseriyeke berfireh ji aloziya Sûriyê re li gorî pêwîstiyên aliyên siyasî û civakî yên gelê Sûriyê.

Hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser Ebdulhemîd El-Mihbaş jî bal kişand ser girîngiya ku aliyên aktîf ên dosyaya Sûriyê daye rêveberiyê, her wiha bal kişand ser pêwîstiya Rêveberiya Xweser a ji bo pêşxistina xebatên îdarî û yasayî, dabînkirina hemû pêwîstiyan û xebata li ser projeyên geşedanê û aborî.

Her wiha beşdaran pêwîstiya her sê saziyan ji bo lîstina rola xwe di bihêzkirina nasnameya Sûriyê de û bi rêya lidarxistina civînên asayî derbaskirina hemû zehmetî û astengiyên li pêşiya pêvajoya pêşketinê, pêkanîna ewlehî aramiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina xebata komîte û desteyên hevbeş di warê şopandina mijaran de. Her wiha berdewamkirina xebatên îdarî, siyasî û leşkerî heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aloziya Sûriyê bi awayekî ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, bên çareserkirin.

ANHA

Back to top button