DaxuyanîManşêt

Şengal divê bi ser bikeve

Duh, 16’ê Tebaxê, Şengal dîsa bû hedefa faşîzma Tirk, ku fermandarê  Yekîneyên Parastina Şengalê  “Seîd Hesen” û hevalê wî “Îsa Xwedêda” li navenda Şengalê hatin kuştin, Bêyî ku hay ji sivîlên ku di vê êrîşa hovane de birîndar bûne hebe.

Ev êrîş bi sêyemîn salvegera şehadeta mam “Zekî Şengalî” û bi heman rêbaz û hovîtiyê pêk hat, ev jî nîşan dide ku faşîzma Tirk bi biryar e ku gelê me yê Êzîdî bêyî serokatiyeke ku ji koka wan derkeve û hêviyên wan yên ji bo jiyaneke azad û bi rûmet îfade bike, û ev tawaneke ku li ber çavên hemû cîhanê hat kirin, mîna yên berî wê, û ew temamkirina qirkirina etnîkî ya ku DAIŞ’ê nikarîbû di sala 2014’an de temam bike, her wiha ev êrîşa hovane hevdem e bi êrişên berdewam ên li ser başûrê Kurdistanê û li ser bakur û rojhilatê Sûriyê di nav nexşeyek berfireh a bi mebesta qirkirina gelê kurd bi giştî, ku ev binpêkirinek berçav a serweriya Iraqê ye, çawa ku serweriya Sûriyê jî hate binpêkirin û hin herêmên bakurê Sûriyê hatin dagirkirin.

Divê em zanibin ku Şengal ne bi tenê ye û gelê kurd wê terk nake ji ber ku ew xwedî rehên eslî yên kurdî ye û li hember hemû fermanên ku ew kirine hedef û di dirêjahiya dîrokê de reseniya xwe ya kurdî parastiye, û pêwîste her Kurdekî bi rûmet li kêleka wê bisekine û wê biparêze li hember hemû êrîşên bêrûmet ên ku koka Kurdan dikin hedef.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat de dibînin ku Şengal beşek ji dewleta Iraqê ye, ku li ser Iraqê ferz dike li hember van êrîşên hovane yên li ser beşek ji Iraqê bêdeng nemîne, ku divê di bin her şert û mercî de serweriya xwe biparêze, û bêdengiya li hember êrîşek wiha dê teşwîqê êrîşker bike ku di armanca xwe de îsrar bike.

Her wiha em bang li hemû hêzên siyasî û partiyên Kurd dikin ku li hemberî vê êrîşa eşkere ya li ser koka Kurdan bê helwest nemînin, û ew li kêleka gelê me yên Êzîdî yên ku rûmeta Kurdan bi giştî diparêze, bisekinin.

Her wiha em bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan û nirxên mirovahiyê diparêzin dikin, ku nebin temaşevanên qirkirina gelê Kurd ên Êzîdî û li tengasiya wan xwedî derkevin.

Na ji qirkirina sîstematîk a li dijî Êzîdiyan re.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

17’ê Tebaxê 2021’an

Back to top button