ManşêtNûçe

Elî El-Xanimî: Êrîş li pêş çavên Kazimî pêk hatiye

Dewleta Tirk a dagirker îro bi balafirên şer navenda bajarê Şengalê bombebaran kir, hêjayî gotinê ku di encama êrîşê de de, 2 sivîl şehîd bûn û 2 birîndar bûn.

Endamê Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî El-Xanimî ji Rojnews re axivî û êrîşên ser Şengalê bi tundî şermezar kirin û got: “Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengalê li pêş çavên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hatin. Ev îspat dike ku Tirkiye tu rêz li hemberî serweriya xaka Iraqê nîşan nade. Her wiha rêzdariyê nîşanî pêwendiyên welatên cîran nîşan nade.”

El-Xanimî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezareta Karên Derve ya Iraqê û Parlamentoya Iraqê kir ku demildest dijî van êrîşan, di asta navnetewî de bikevin nava hewldanan.

Back to top button