ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Pêwîst e Iraq serdestiya xwe biparêze

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirekr a bi balafireke bê mirov a li ser Şengalê ku di encamê de fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Aldar Xelîl twîttek parve kir.

Xelîl got: “Êrişa dawî ya Tirkiyê ya li ser Şengalê binpêkirineke tund li serdestiya Iraqê ye, siyasetên dagirkeriya Tirk ên li dijî tevahî herêmê piştrast dike. Her wiha israra wê ya li ser qirkirina êzidiyan û hedefkirina fermandarên wê îsbat dike. Pêwîst e Iraq serdestiya xwe biparêze û piştrast bike ku Şengalê ya wê ye ne ya Tirkiyê ye.”

ANHA

Back to top button