ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana buroya Partiya Biratiya Kurdistan kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat pêk tîne ji bo partiyên siyasî, îro, Şemiyê di dîroka 2021-6-12, şandeyek ji partiya me serdana Partiya Biratiya Kurdistan kir.

Şandeya partiya me ji Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman hevserokatiya Buroya Têkiliyan di partiyê de, û Şêx Raxib El-Faris endamê buroya têkiliyan pêk hat.

Şande ji hêla Ednan Kêlo hevserokê Partiya Biratiya Kurdistan û Zerga Osman nûnera partiyê û endamê buroya siyasî, Nalîn Silêman endama buroya siyasî û berpirsyara buroya jin û Xalid El-Elî endamê partiyê, hatin pêşwazî kirin.

Her du aliyan di serdanê de li ser dozên giring axivîn û rewşa dawî ya siyasî, aborî û civakî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya, her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya domandina mîna van serdanan di navbera partiya ji bo bighêjin dîtinek hevbeş ber dozên heyî ku herêm tê de derbas dibe

Her du aliyan tekez kirin li ser xebat û hevkariyê û hevsengiya di navbera partiyên siyasî de û dîtina çareseriyên guncaw ji bo tevahiya dozên herêmê.

Back to top button