Şandek ji buroya têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li herêma Firatê,10’ê Pûşper, serdana Meclisa Sivîl û buroya partiyê li Menbicê kir.
Şande ji Bêrîvan Hesen û Bekir Hec Îsa pêk hat, her wiha di pêşwaziya wan de birêz Mihemed Xîr hevserokê hevbeş ê Meclisa Sivîl û endamên ji meclisê.
Di serdanê de, li ser bûyerên dawî yên li Menbicê, ku ji aliyê hêzên derve ve çêbûne, da ku nakokî di navbera pêkhateyên Menbicê çêbikin, û xistina destkeftiyên rêveberiya sivîl û meclisa wê ya leşkerî ya ku bi saya wê gelê Menbicê bi aramî û ewlehiyê dijîn, nîqaş kirin,
Tekezî li ser xebat ji bo baştirkirina karûbaran, û çareserkirina hemû pirsgirêkên berbiçav di berjewendiya hemû pêkhateyan de, û ku her pisgirêk hewceyê diyaklogê di navbera gel û rêveberiyê ji bo çareserkirina wê, hat kirin.
Her wiha banga endamê meclisa bajar, kesayetên serbixwe û niştimanî, rûspiyên eşîran û oldaran li komxebat di bin diroşmeya “Bi dîplomasiya civakî em destkeftiyên bakur û rojhilata Sûrî biparêzin” ya ku li bajarê Kobanî ji hêla buroya têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê tê li dar xistin.