ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana buroya Partî Demokratîk Kurdistanî dike

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, duh roja Şemî, 12’ê Poşperê, serdana buroya Partî Demokratîk Kurdistanî li Qamişlo kir.

Şande ji hevserokatiya buroya têkiliyan di partiyê de Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman, Şêx Raxib El-Faris endamê buroya têkiliyan di partiyê de pêk hat.

Serokê Partî Demokratî Kurdistanî Elbdul Kerîm Seko, û endamên partiyê Edbdul Qadir Îsmaîl, Avdar Hesen û Welat Nayif pêşwaziya wan kirin.

Di der barê serdanê de li ser rewşa siyasî û geşdanên dawaî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet hat nîqaş kirin, ji hêlekê din ve partiyê piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser ya ku di bin sîwana wê de parastina mafên hemû pêkhateyan tê kirin îfade kirin.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya domandina hevdîtinan, û çalakirina rola partiyên siyasî bi awayekî mezintir.

Her du aliyan destnîşan kirin li ser giringiya xebat û hevsengiya di navbera tevahiya partiyên siyasî ji bo xurtkirina têkiliyên biratiyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan ji bo li hember hemû komployên ku li dijî gelê me tê bisekinin.

   

Back to top button