ManşêtNûçe

Ermenistan: Heke Tirkiyê destwerdanê rawestîne, em dikarin çareyekê ji nakokiyê re bibînin

Armen Sarkissian bi sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re wiha got: “Ev şer ne tenê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de ye, lê li wir dewleta Tirk piştevaniya leşkerî û dîplomasî ji Azerbêcanê re dike û terorîstan tîne herêmê. Mixabin ev welatê ku endamê NATO’yê ye. Heke dewleta Tirk destwerdana li nakokiyê rawestand, texmîn dikim ku em ê bigihin agirbestê, diyalog pêk werin û çareyeke aştî bê dîtin.”

Armen Sarkissian destnîşan kir ku Ermenistan kedên serokên beşdarî koma Minsk a girêdayî rêxistina ewlehî û hevkariyê li Ewropa bûne û serokên dewletên Troika, her wiha kedên serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û wezîrê karên derve yên Rûsyayê Sergy Lavrov a agirbestê, bi nirx dibîne.

ANHA

Back to top button